Di roja îro de her sihara ku em radibin bi bûyer û rewşên nû re çavên xwe li jiyanê vedikin. Kêliya ku em niha jiyan dikin, ji kêliyek din nagire. Caranan jî mirov nizane kîjan hestan jiyan bikin, kîjan hestên xwe bidi der. Di sihara 8’ê Kanûnê de dema em ji xew rabûn, me xebera hilweşîna rejîma Baas bihîst. Bi bihîstina wê xeberê re kêfxweşiyek li seranserî Rojhilata Navîn belav bû, gelo herkes bi hilweşîna Beşer Esad re kêfxweş bûn an ne? Ew cihê nîqaşê ye. Li aliyê hestê kêfxweşiyê, hestê dudilî jiyankirinê ji bawerim bi me hemûyan re çêbû. Ji ber ku ev ketina rejîma Baas ne ketinekî bi destê gel û şoreşek ya gelan çêbû, bi destê hêzên ji derve pêkhat û rejîma ku niha hatî cihê wî jî, rejîmek ya çeteyane. Dema tû li dîrok û şêweyê avabûna van hêzan yên ji komên çete çebûyî temaşe dikî, baş dibinî ku metirsiyek mezin di Sûryê de diraze. Ev hêzên cîhadîst yên Îslamyeta radîkal ya Şîa ku koka wê digihe çeteyên DAIŞ’ê, wisa diyare wê serê avakerên xwe gelek bi êşîne.
Di
Rojhilata Navîn de kî li ser hikûm be, ji bo ku mirov bikare bi aramî jiyan
bike divê mirov bi wê hêza ser hikûm re rêyên li hevkirina di berjewendiyên xwe
de bibîne. Çawa ku niha hêzên Emerîka û Îsraîl ji ber berjewendiyên xwe, çavên
xwe ji avabûna dewletek ya çeteyan re digire û ji bo avabûna dewleta wan zemînê
avadike û hêzên li pêşiya wan heyî bi fêlbazî û hostayane ji ber lingên xwe
radike. Ev rewşa heyî bi xwe re pirsên gelo Îsraîl û Emerîka ji bo li Îranê
bide hêzekî ji bo wan, li şuna wan bi Îran re şerbike avadike bi xwe re tîne.
Bi rastî ji leyîstokên îro di Rojhilata Navîn tên leyîstin di mejiyê 10 şeytanan
de jî nîne.
Bi
ketina rejîma Baas re ne tenê tirs ket dilê Îranê, di heman demê de yek ji
dewletên ji tirsan li cihê xwe de nasekine jî dewleta Tirke ku ew ji herkesê
baştir dizane dûra wî hatiye. Lê ya diyar dike ewe ku hîna karê hêzên derve bi
dewleta faşîst ya AKP-MHP ne qediyaye, ji bo wê hîna rûxmê ewqas sûçên
dermirovî li pêş çavên cîhanê dike jî, lê car din hemû cîhan çavên xwe ji van
kiryarên dewleta faşîst re digirin.
Ji
van hemûyan girîngtir îro pirsa ku divê em bikin eve, wê di vê dîzayîna nû ya
ku dixwazin li Rojhilata Navîn çêbikin wê rewşa jin çawa be. Rêber Apo beriya
niha gotibû, wê sedsala 21. bibe sedsala jinê. Dema em li vê sedsalê temaşe
dikin, dibînin ku di bin pêşengtiya jinên Kurd de ev sedsal bi têkoşîna ku
jinan li beramberî hemû cure êrişan dayî meşandin diyarkirin ku wê vê sedsalê
bikin sedsala jinan.
Li
Rojavayê Kurdistanê şoreşa ku di bin pêşengtiya jinên Kurd de destpêkirî û
belavî hemû cîhanê bûyî, ji bo hemû jinên îro dibin nîrê desthilatdariyê de tê
çewisandin re bû hêvî. Jixwe sîstema kapîtalîst ya ku bi mejiyê zilamê
desthilatdar xwe rêvedibe, herî zêde ev destkeftiyên jinan yên li Rojavayê
Kurdistanê pêşdikevin ji xwe re wek metirsiyekê dibînin û ji bo wan
destkeftiyan ji holê rake jî serî li her cûre êrişan dide. Li Sûrye anîna ser
hîkûm serçete Ebu Muhammed Colanî jî, vê bi awayek vekirî radixe ber çavên cîhanê.
Divê em ji bîr nekin ev kesên îro li ser kursiyê dewleta Sûriye rûniştine yek
jî serok çeteyê cîhatdîst yê ku di nava rêxistina çeteyên DAÎŞ’ê de bû û bi
destûra serokê DAIŞ’ê yê berê Ebu Bekir El Babadî ve hatiye şandina Sûriye û li wir bi hezaran
çete perwerde dike. Dibe ku bi demê re diyarkiribe ku ji çeteyên DAIŞ’ê cuda bûye,
lê ya ku divê em ji bîrnekin xewin û xeyalê wî ewe ku li Sûriye Îslamek redîkal
avabike, civakê li gorî şirîetê bi rêve bibe û kesên ku li gorî şirîetê tevger
neke bi zorê bîne ser rêya şirîetê. Colanî bixwe beriya çend salan ev îtraf
kiribû. Îro ji dema em temaşe dikin komkujiyên ku di vê qonaxa nû de li Şamê û
herêmên ev çete lê serwerin çêdibe, diyar dike ku wê li Sûriye rewşên pir xebar
rû bide.
Bêrîvan
Tunç
0 Yorumlar