Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin bi koma 96’an didome.
Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin bi dewrgirtina koma 96’an berdewame.
Çalakiya Nobetê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi kombûna tevahî çalakvanan û xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 95’an Mamosta Xebat Îlhan axivî.
Mamosta Xebat di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina xelkê amade kir û wiha got: “Armanca çalakiya me ji bo azadiya Rêber Apo ye. Wek tê zanîn li tevahî cîhanê û qadên Ewropa,cihekî ku Kurdekî welatparêz û dostên wan lê hebe ev çalakî tên berdewamkirin. Peyamên Rêbertiya me yên ji bo aştî û biratiya gelan her ku diçe belav dibe û di nava qada cîhanî de jî cihekî dîrokî digire. Meşa dîrokî ya ku îro jî pêkhatî bi armanca ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe û aştiyek mayîn de pêkwere, her wiha wê gelên bindest yên tevahî cîhanê bigihijin azadiya xwe didome.”
0 Yorumlar