Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 9’emîn Mihrîcana Şehîd Bêrîtan destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn Mihrîcana Şehîd Bêrîtan ku her du sala carekê di pêşengtiya Meclîsa Îştar de tê li darxistin îro bi pêşengehekê hunerî destpê kir.


Her du sal carekê ji bo bîranîn Şehîd Bêrîtan ya ku di 1992’an de li hembrî xeta xiyanetê ya Malbata Barzanî çalakiya fedayî pêkanî, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mihrîcana çand û hunerê tê li darxistin. Îro jî bi boneya 32’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan, 9’emîn Mihrîcana Şehîd Bêrîtan bi pêşengehekî hunerî destpê kir û wê sê roja bi dome.

Pêşengeh li parka 4’ê Nîsanê ya Rêbertî bi amade bûna gel û xwendevanên wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên doza azadiyê hat vekirin. Di vekirina pêşengehê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Nerexî axivî.

Qîmet Nerexî di destpêka axaftina xwe de Şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em 9’emîn mihrîcan Şehîd Bêrîtan diyarî Rêber Apo yê ku ji bo gelên bindest bûyî hêvî dikin. Di rojek wisa bi nirx de hestên xwe anîn ser ziman gelek bi wateye û zehmete. Bi têkoşîna gelê Kurd piştî demek dirêj hevdîtin bi Rêbertî re hat pêkanîn, ev hevdîtin di encama têkoşîna gelê Kurd û dostên Kurdan de pêkhat. Pênase kirina şehîd Bêrîtan gelek zehmete. Heval Bêrîtan di demek kin de xeta Rêbertî fam kir û ji jina Kurd re pêşengtî kir. Emê wek jin heta dawî şopdarê rêheval Bêrîtan bin. Heval Bêrîtan bersiva herî xurt da xeta xiyanetî ku heta niha jî dest ji kiryarên xwe ber nedaye. Bi vîn, hêz û hebûna xwe li hemberî xeta xiyanetê heyîna jina têkoşer da diyar kirin.”

Piştî axaftina Qîmet Nerexî gel û xwendevanan berê xwe dan pêşengeha hunerî ya ku di nava parkê de  hatî raxistin. Pêşengehê bi kel û pelên Kurdewarî yên jiyana gelê Kurd ve dibêje hatibû xemilandin. Her wiha di nava pêşengehê de dayîkan stran gotin û nan çêkirin.

Hêjayî gotinê wê heta sibê pêşengeh ji bo dîtina gelê wargehê vekirî be.


Yorum Gönder

0 Yorumlar