Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Berxwedaniya herî xurt rêxistinkirina sîstema Neteweya Demokratîke’

Mamosta Leyla Arzû Îlhan da xuya kirin ku têkoşîna gelê Kurd ya li hemberî sîstema desthilatdar ne têrkere û wiha got: “Berxwedaniya herî xurt rêxistinkirina sîstema Netewa Demokratîke.”

Jiyan Pîran


Îro li Kurdistanê têkoşîna hebûn û tinebûna Kurdan di bin pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de, li dijî sîstema desthilatdar tê meşandin. Navenda vî şerî li Girava Îmralî bi tecrîd kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Têkildarî vê mijarê Mamostaya Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan ya Mexmûrê, Leyal Arzû Îlhan ji ajnasa me Rojnews’ê re axivî.

‘Fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê belav dibe’

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Kurdistan û giştî cîhanê şerek yê desthilatdariyê tê meşandin û wiha got: “Êdî hêzên desthilatdar bi şerê nukleerî gefan li hev dixwin. Gumana ku emê çawan jiyan bikin, li ser mirovan dide çêkirin. Ev rewş ne tenê li Kurdistanê, mirov dikare bibêje li giştî cîhanê derdikeve pêş. Ji bo ku sîstema desthilatdar xwe ji krîza heyî rizgar bike û sîstemek din ji xwe re sazûman bike, dest bi şer kiriye. Sîstema netewdewlet a ku bi destê xwe dabûn avakirin, hilweşandin û li cihê wê dixwazin sîstemek din avabikin. Rêber Apo di salên 2000’î de got: ‘Bi dîlgirtina min re tovê şerê cîhanê yên sêyemîn hat avêtin.’”

Di dewamê de Leyla Arzû destnîşan kir ku li Kurdistanê şerek hegemonyayê tê meşandin û wiha domand: “Dema em îro temaşe dikin em di navenda şerekî de cih digirin. Taybet jî li her çar aliyên Kurdistanê şerek yê hegemonyayê tê meşandin. Di hindirê Kurdistanê de jî şerekî yê gelan li hemberî desthilatdarî û netewdewletê tê meşandin. Civak giştî şahidiyê ji vê re dike. Di şerê cîhanê yê yekem û duyem de Kurdistan ji nedîtî ve hat. Lê niha di Rojhilata Navîn de, Kurd civakeke ku hesap jê re tê kirine. Bê guman ev berhemê têkoşîna 50’î salan ya Rêber Apo ye. Em îro di lûtkeya vê têkoşînê de ne. Di pêşengtiya Kurd û bi taybetî jî di pêşengtiya jinên Kurd de fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê belav dibe.”

‘Polîtîkaya bê îradekirina Kurdistanê ye’

Leyla Arzû her wiha destnîşan kir ku sîstema desthilatdar ji bo ku tolê ji jinên Kurd bistîne, êrişî Kurdistanê dike û wiha pêde çû: “Hevkariya AKP-MHP’ê ku destpêkê du hêzên dijberî hev bûn, li ser tinekirina Kurdan li hev hatine. Ji sala 2015’an heta niha şerekî mezin ya tinekirina gelê Kurd tê meşandin. Hem êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê tê kirin, hem jî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ku wek xeteriyek li dijî dewleta Tirk tê dîtine. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî 3 sal derbaz bû, tecrîd û êşkenceyek mezin li ser Rêber Apo ye. Ev tecrîd teyîsandina xwe li ser civakê jî dike ku ji hemû aliyan ve êrişî gelê Kurd tê kirin. Ev jî polîtîkaya bê îradekirina Kurdistanê ye. Bi şerên heyî tê zanîn ku dixwazin cîhanê cardin ji nû ve dizayîn bikin. Li beramberî wê berxwedaniyek hemdemî jî tê kirin. Ev berxwedan Rêber Apo li Îmraliyê daye destpêkirin. Teyîsandina berxwedana Rêber Apo, li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên herî hovane ya dewleta Tirk tê meşandin.”

‘Divê em xwedî helwestek welatparêz bin’

Leyla Arzû Îlhan di dawiya gotinên xwe de ev bang li gelê Kurd û civaka navnetewî kir: “Îro pêngava ‘Azadî ji bo Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ li beramberî komploya navneteweyî bûye pêngavek ya berxwedan û têkoşîna navnetewî. Emê wek gelê Kurd di pêşengtiya jinan de vê sedsalê bikin sedsala têkoşîna gelê Kurd. Ger heta niha Rêber Apo di bin tecrîdek giran de ye, sedema wê têkoşîna ku tê meşandin ne têrkere. Ger êrişekî hovane li ser tevahî destkeftiyên gelê Kurd tê kirin, bê guman em wek gel ne bûne îradeyek têrker li hemberî desthilatdaran. Aliyên wê yên kêm ku mirov bikare rexnedayîna wê bide hene. Divê em xwedî helwestek welatparêz bin. Berxwedaniya herî xurt rêxistinkirina sîstema Netewa Demokratîke.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar