Her xak li ser singa xwe tovên şoreşê şîn dike û şitlên wê bi berxwedaniyê dihûne
û bi taybetmendiyên di nava xwe de mezin dike, rayên wê bi asêbûn û înadek
mezin dipêçe, heyanî roja dawî ku cardin li wê xakê vegere bernade. Mirovên ku
li ser vê xakê çavên xwe li cîhanê vedike, hemû taybetmendiyên vê xaka bi
bereket digire û bi wan taybetmendiyan jiyana xwe didomîne. Ji bo kokên di nava
vê xakê de qayîm bike, heya ku roja li vê axê vegere dibe parçeyek ji wê axê û giyana
xwe fedayê wê dike. Bi yekbûna bi xaka xwe re kokên şoreşê yên ku li ser xakên
bi bereket şîn bûyî belav dikin. Yek ji van jî rêheval Taybet Bîlen ango Şîlan
Goyî ye ku di sala 1984 de li gundê Hilal a Qilebanê çavên xwe li jiyanê
vedike. Rêheval Şîlan di nava xakek wisa de welidiye ku taybetmendiyên vê xakê di
şaneyên laşê wê de, hêlîna xwe çêkiriye. Di nava wê xaka bi bereket de roj bi
roj mezin dibe û her gava ku li ser vê xakê di avêt, ji vê axê ew
taybetmendiyên di mirovan de, kesayeta mirov diyar dike, bi wê ve şiklê xwe
digirt. Rêheval Şîlan di nav malbatek welatparêz de li ser fikir û bîrdoziya
têkoşîna azadiyê tê mezinkirin. Lê mixabin dijminê xêrnexwaz destûr neda ku heval
Şîlan li van waran bi dilgeşî di nava aramiyê de jiyan bike. Di her firsendê de
êriş dibe li ser gund. Rêheval Şîlan bi wan çavên xwe yên hurik şahidiyê ji wê
zilmê re dikir. Bi dilek xemgîn li wan pitikên di nava destpêçkan de, di parzûna
pişta dayîka xwe de çawa bê ku pê bihesin ji warên xwe qut dibûn mêze dikir û ev
yek di dilê wê yê biçûk de kîn û hêrsek mezin li beramberî dewleta zilimkar
mezin dikir. Di wî temenê xwe yê biçûk de, ji xwe re di got ‘ezê tola wan
zarokan hilînim.’ Bi vî hestê dikeve ser rêya penaberiyê. Di vê rêwîtiya
penaberiyê de bi hezaran zarokên wekî xwe re, di dilê xwe de hezkirinek pir
mezin ji wan zarokên ku ji bo azadiya vî gelî û vî welatî derketine çiyayên asê
û li wir bi xwîna xwe şoreşê neqiş dikirin dihilgirt. Her ku heval Şîlan wan lehengan
didît, her ku gotinên li ser wan tên kirin di bîhîst û di nîva şevê de dibûn
mêvanên malên wan, xwe di nava wan de xeyal dikir. Ji bo wê hîn di wî temenê
zarokatiyê de, di wan wargehan de, di nava karên civakî de cihê xwe digirt û di
her saziyek yê ku nû bi keda wan mirovên ji warên xwe qutbûyîn di hat avakirin
de xebat dida meşandin. Li kêleka van kara bi zimanê dayîka xwe di dibistanê de
xwendina xwe dikir. Di dibistanê de dema mamosteyên wan, pirsa xeyalên wan
dikir heval Şîlan her digot ezê bibim gerîla û ev xeyalê xwe di sala 1999’an de,
bi dîlgirtina Rêbertî re pêkanî. Ji ber êdî gihabû wê bawariyê ku bi xebat kirinê
tenê tol nayê rakirin, pêwistbû êdî bibe şervanek û bi çeka di destê xwe de
tola gel û zarokên di wan parzûnan de, tola Rêberê xwe ji dijminê xwînmij hilîne.
Jixwe di dilê wê de kîn û hêrsek mezin li beramberî dijmin hebû, bi girtina Rêbertî
re ev kîna wê bû hezar qat. Ji bo wê berê xwe da çiyayên azad û di nava refên gerîla
de wek jinekê li pey tola hezarê salan ket. Bi vê kelecanê, roj bi roj li wan
çiyayên azad xwe pêş dixist û her roja ku derbas dibû barê şoreşê hîn bêhtir fêhm
dikir. Tevayî çiyanan digerya û xwe di paradîkmaya Rêbertî de perwerde dikir. Li
wan çiyayan bi hevalên xwe yê ku armanc û doza wan yek bû di çeperên şer de mil
bi mil şer dikir. Carna li ser zinarên bilind, carna di nav geliyan de li asoyên
wan çiyan temaşe dikir, kêfxweşiyek bê hempa dilê wê di recifand. Car jî li
deşta bû li beramberî çeteyên hov şerê azadiyê
dimeşand. Heval Şîlan hertim digot, ji bo azadiya jinê divê li her derê em
xebat bikin, şer bikin û her jinek yê di nava civakê de perwerde bikin. Rêhevl
Şîlan di her qadekê de ji bo erkê xwe bi cih bîne bi hemû hêza xwe hewlda û di
sala 2021 de, di encama êrişa hewayî ya dijmin de gihişt karwanên nemiran.

0 Yorumlar