Em weke civak xwe dispêrin gotina ‘Jîn’. Bê ku em bikevin şîroveyên îdealîst an jî meteryalîst, em îdia dikin ku ev gotin zanîna demê dihewîne. Ji ber ku digihije sedema hevsengiya rûyê erdê. Binpêkirina jin û jiyan di têkiliyê de ne. Û ev binpêkirin ji demê serbixwe nîne. Belê dengê ku hewcedariya me ya esas e ‘jîn’ e. Jîn dengê jin û jiyanê ye. Di gelek etîmolojiya ziman de nêzî hev in. Mînak bi Huriyî “aşt” û “asta”, bi Sumerî “nita” û “ti”, bi Zazakî “cinî” û “ciwi”, bi Soranî, “afratan” û “giyan”, bi Hawramî “jeni” û “jîwa”, bi Farisî “Zen” û “zendegi” e. Têkiliya hevpar a di navbera van gotinan de bi pîrozî û afrîneriyê balê dikşîne.
Jîn
li dijî binpêkirin û koletiya jinê banga zanîna hebûna jinê dike. Li dijî tinekirina
jinan têkoşînê dide. Li dijî tabu, sûcdarkirinan serî hildide. Dema ku
hişmendiya vê dijî û têkoşîna vê dide jî bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re
tên rû hev. Li dijî vê dikeve lêgerîna avakirina zanînê. Li dijî vê biyanîbûnê
xwebûnê fêr dike. Lê di roja me ya îro de xwezaya jinê ya pîroz tê
texrîbkirin. Di yekîtiya fikir û ramanê de, nasnameya xwedawendiyê di vê demê
de herî zêde derdikeve pêşberî me. Di vê hevsengiyê de bi zanîna jîn pêşketin
formûla ‘Jin Jiyan Azadî’ ya vegûhertin û ronahiyê ye. Ji ber zanîna Jîn
hûnandina jiyana kirdebûnê ya jinê ye.
Di van salên dawî de em dibînin ku li her çar beşên Kurdistanê û li derveyî
welat di nav jinên Kurd de pêlên hişyarbûnê roj bi roj zêde dibe. Jin êdî di
hemû qadên jiyanê de navnîşana xwe ya cîvakî derdixe pêş. Dîsa bi zanistî û
aktîf di nav têkoşîna netewî de cîhê xwe digire. Li gund, bajar, çiya, mal û li
girtîgehan jinên Kurd têkoşînekî bê hempa dimeşînin. Em vê yekê di Şoreşa
Rojava û Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê ku bi bin
pêşengtiya jinan hatî pêşxistin de dikarin bibînin. Çawa jinê di nava şoreşek
zihnî û cewherî de cihê xwe girt û bi xwe re ber bi pêşde bir, mirov bi çavek
zelal dikare bibîne û şahidiya wê bike.
Despêka sedsala 21’an di nav jinan de bîr û baweriyên nû, raman û dîtinên
rengîn bi lez belav dibin. Komel û rêxistinên nûjen tên sazkirin, êdî jin hem
ji bo xwe hem jî ji bo derdora xwe û civaka xwe pirsan dipirsin û ji bo
çareseriyek bingehîn serê xwe dêşînin. Ev geşbûna wan ji bo civakek demokratîk
û ji bo jiyana mîrovahiyê çirûskên mizgîniyê ne. Lewra azadbûna jinan azadbûna
jiyanê ye. Herî dawî Tevgera Jinên Azad bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî re,
Ber bi Şoreşa Jinê ve’ bang li jinên azadîxwaz kir ku têkoşîna xwe ji bo
xweparastin û azadiyê bikin yek û bi hev re li dijî zihniyeta 5 hezar salî ya
zilamsalar têkoşîna xwe mezin bikin.
Rêber Apo ji destpêka têkoşîna dayî de her tim girîngî daye pirsgirêka jin
û civakê û kir projeyek pir berfireh bi armancek dîrokî; armanca avakirina
jiyanek azad bi ferdên azad, bi jina azad. Bê gûman ev armancek pir giranbiha
ya pir kar, xebat û proje dixwaze ye. Ji bo wê jî Rêber Apo li ser mijarê bi
taybet disekinî, lêkolînan dikir, analîzan dikir, çavkaniya pirsgirêkê tespît
dikir û çareserî nîşan dida. Rêber Apo banga herikîna qadan, pêşengtî ji bo kar
û xebatên şoreşgerî û têkoşînkirinê li jinan kir. Ji bo wê jî jinan bi şoreşa
Jin, Jiyan, Azadî îspat kirin ku di cîhaneke bindest de hevparin û wê têkoşîna
jinê jî hevpar be. Bê gûman ev jî bi
zêdetir têkoşîn, berxwedan, rêxistinbûn û rêxistinkirinê re gengaz dibe.
Azadiya jinê ji xewnek ji xeyalek utopyayî vegeriyaye destanekî efsûnî ya ku
mirovahî ji xwe re bike pîvana jiyanê, bê gûman ev jî bi saya Rêbertî û jinên têkoşer
hatiye avakirin.
Xantur Kara
0 Yorumlar