Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paste hat birîn.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paste hat birîn. Bi tevlîbûna hemû sazî û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bername destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Rêveberiya Koordînasyona Meclisa Îştar Sultan Yildiztan ve hat kirin.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de Dayika Uveyîş bibîr anî û got: “Beriya her tiştî em Dayika Uveyîş bibîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin. Ji ber ku dayikek wek Dayika Uveyîş çirûskek ji bo me gelê Kurd û gelê bindest, anî dinyayê. Eger îro em dijîn û dikarin xwe bînin ziman, ev bi saya Dayika Uveyîş’e. Em roja 4’ê Nîsanê destpêkê li Rêberê xwe, gerîlayên serê çiyan, berxwedanvanên li zindanan û hemû gelê welatparêz pîroz dikin. Em ji bo Serokatî çiqasî bêjin em deyîndarê Rêbertiya xwe ne. Ji ber wê dil dixwest wek serkeftina Wanê em bi Rêbertiya xwe re rojbûna wî pîroz bikin. Lê dijminê me dijminekî xedare û tiştek ji mirovatiyê fêm nake. Ji ber wê ev 26 salin Rêbetiya me di nava çar dîwaran de li Îmraliyê ye. Eger îro em dikarin li vê derê azad bijîn, azad baxivin, bixwînin ev bi saya Rêbertiya me ye. Em wek gelê wargehê, wek jinên wargehê, wek malbatên şehîdan, em silav û rêzên xwe ji bo Rêbertiya xwe rêdikin û em dibêjin Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe.”
Piştî axaftinê, pasteya ku ji bo rojbûna Rêber Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê malbatên şehîdan ve bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’hat birîn.
Her wiha piştî wê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Rêber Ocalan hatibû amadekirin hat nîşandan. Pîştî sînevîzyonê Koma Çiyayê Şengalê û Hozan Şemdîn stranên xwe pêşkeş kirin.
Şêniyên wargehê wê heta demê paşîvê li Saziya Malbatên Şehîdan bimînin.
0 Yorumlar