Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê: Divê em Rêber Apo azad bikin

Malbatên Şehîdan ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin: “Di pêvajoya komployê de ji bo vala derxistina komployê, li wergehê 175 ciwan beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Bi girtina Rêbertî re me dest bi greva birçîbûnê kir, em bang li gelê Kurd dikin li derdora Rêbertî bibin xelek û Rêbertî bi fîzîkî azad bikin.”

Jiyan Pîran

Di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên desthilatdar yên ku dixwazin Kurdan bikin qurbanê desthilatdariya xwe bi komployek navnetewî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtin û radestî dewleta dagirker a Tirk kirin. Gelê Kurd yê azadîxwaz ji bo vala derxistina vê komployê destbi pêngavek nû kirin. Bi dîlgirtina Rêber Ocalan re, li seranserê Kurdistan û cîhanê gelê Kurd rabû ser xwe. Yek ji cihê berxwedana dijî komployê wargeha penaberan a Mexmûrê bû. Dema Rêber Ocalan dîl hate girtin, bi dehan ciwanên gotin ‘Hûn Nekarin Roja Me Tarî Bikin’ û beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Malbatên ciwanên ku wê demê beşderî nava refên têkoşînê bûyîn, ew pêvajo bibîrxistin û ji ajansa me re axivîn.

‘Serokatî ji mirovê baş hes dike’

Jina bi navê Qumrî Hilalî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser esareta 1999’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn û wiha got: “Em hatin vê wargehê me konê xwe vedan, gotin Rêbertî hatiye girtin. Zarokên wargehê li hemberî vê komployê helwest raber kirin û soza têkoşînê dan. Wê demê lawek yê min jî soz da. Min got, kurê min te soz nedaba xwişka te jî çûye. Gotina ku li min vegerandî wiha bû. ‘Serokatî ji mirovê baş hes dike.’ Demekê li vir ma, xatir ji min xwest û çû. Gelek ciwan li dijî komploya hatî pêkanîn beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Ciwanan di gotin malbatên xwe. ‘Hûn bixwazin, nexwazin emê biçîn, Serokatiya me hatiye girtin, rêya çareseriyê têkoşîne.’”

‘Êdî nema kes dikare pêşî li fikir û felsefeya Serokatî bigire’

Şahîn Gabarî jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku beriya Rêber Ocalan derbikeve, gelê Kurd di xewa mirinê de bû û wiha got: “Serokatî mîna gulekî betona heyî şikand û gelê Kurd ji nûve şiyar kir, jiyan û zanabûn da gelê Kurd. Me di gelek aliyan de Serokatî bi tenê hêla. Sazûmankirina pergalê ma li ser milê Serokatî. Desthilatdarên cîhanê jî gotin, ger em Serokatî ji holê rakin mîna serhildanên berê, emê vê serhildanê jî tine bikin. Lê belê Serokatî zanabûn û felsefeya ku dayî gelê Kurd belav kiribû. Êdî nema kes dikare pêşî li fikir û felsefeya Serokatî bigire. Ji ber ku Serokatî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû mirovên ku mirovahiyê dixwaz in têkoşîn dike.”

‘175 ciwan beşdarî nava refên têkoşînê bûn’

Gabarî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan hatî pêkanîn, jiyan li gelê Kurd tarî kir û wiha anî ziman: “Bi girtina Rêbertî re gelê Kurd hemû matmayî ma, kesê nezanî wê çibike. Di wê pêvajoyê de ji bo vala derxistina vê komployê, li wergehê 175 ciwan beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Dayîkan destê zarokên xwe girtin û beşdarî nav têkoşînê kirin. Ciwanek ji wan jî birayê min bû. Me biryara wî bi keyfxweşî pêşwazî kir. Heta em Serokatî bi fîzîkî azad nekin, pirsgirêka gelê Kurd çareser nabe. Hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin wê hevsengiya cîhanê were guhertin. Ji ber ku hêzên desthilatdar vê dizanin, nahêlin hevdîtin bi Rêbertî re bê pêkanîn. Divê em şev û roj di nava xebatê de bin. Pêwîste em di vê pêvajoyê de Rêbertî bi fîzîkî azad bikin. Em Serokatî bi fîzîkî azad nekin, azad bûna me jî ne gengaze. Azad bûna gelê Kurd û mirovatiyê bi Serokatî re pêkane. Ger gavek ji bo çareseriyê bê avêtin, pêwîste Serokatî were esasgirtin.”

‘Xwedî li Rêbertî derdiket’

Recep Hilalî jî di destpêka axaftina xwe de daxuya kirin ku du birayên wî ji bo vala derxistina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, beşdarî nava refên têkoşînê bûn û wiha pêde çû: “Dema Rêbertî di sala 1999’an de bi komployek navnetewî hate dîlgirtin, du birayên min jî di nav de gelek ciwanên wargehê beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Bi dîl girtina Rêbertî re me dest bi greva birçîbûnê kir. Di her dewirgirtinekê de 20-30 ciwanên me beşdarî nava refên têkoşînê dibûn. Her yek ji wan bi navê şehîdekî dest bi têkoşînê dikir û xwedî li Rêbertî derdiket. Em bang li gelê Kurd dikin li derdora Rêbertî bibin xelek û Rêbertî bi fîzîkî azad bikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar