Ticker

10/recent/ticker-posts

Eynika sîstema Konfederalîzma Demokratîk: Mexmûr

Yek ji cihên ku bûyî yek ji berên bingehîn ên sîstema Konfederalîzma Demokratîk jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye. Mexmûr nimûneya ku civakek çawa dikare bi îrade û hêza gel xwe rêve bibe û bi parêzeye. Xelkê Mexmûrê ku di salên 90’î de li dijî sîstema yekdestarî ya hov ketî ber koçberiyê, niha bi meclîs û komînên xwe dibin sêwana sîstema Konfederalîzma Demokratîk de xwe bi rêve dibe.

Farqîn Kara


Yek ji mijara ku di roja îro de her di rojevê deye û ji nêz ve eleqedariyek li ser heye xwerêvebirin û hilbijartin e. Di vir de emê hinekî li ser çanda xwe rêvebirinê rawestin. Di dîrokê de çanda xwe rêvebirinê ji xwe de pêş nekitiye. Di destpêkê de ji bo xwe rêvebirinê têgihiştin û hişmendiya rêxistinî ya civakî pêş dikeve. Heta pejirandina giştî li ser vê çandê bibe zehmetiyên mezin jî hatiye kişandin. Bi demê re yên xwedî hişmendiya serdest û desthilat dijberî vê rewşa xwerêveberiyê tevdigerin û bi awayekî dawî li vê xwerêvebirinê tînin. Êdî gel û civak ji aliyê serdest, hêzdar û hukumdaran ve tê rêvebirin. Lê belê ew civaka xwezayî ya ku çanda xwerêvebirinê diparêzin jî li dijî vê rewşê têkoşîna xwe ranawestîne û bi hezaran salî li ber xwe dide. Di dîrokê de em rastî gelek kesayet û tevgerên ku ji bo xwerêveberiya civakê têkoşiyane tên.

Tevgera Karmatiyan yek ji wan tevgerên herî mezin a civakî û siyasî ye ku ji salên 870 destpê dike û heta sala 1070’yî li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Tevgera Karmatî di Rojhilata Navîn de herêmên weki Îran, Iraq, Suriye, Xorasan, Yemen, Behreyn, Misrê û qadeke gelek fireh belav dibe. Sedsala ku Karmatî derdikevin holê û pêşde diçin taybetmendiya wê demê ew e ku Ebasiyan hêzên xwe winda kirine, di rêveberiyê de nakokiyên kûr rûdaye û bandora wan kêm bûne. Ew rewşa ku di rêveberiya Ebbasiyan de derketibû holê bêguman pirsgirêkên civakî û aborî jî bi xwe re anîbûn. Dema ku Karmatî derketin holê di otoriteya navendî de lewazî, xizaniya ji ber şer, ferzkirina yek olî û sedemên wek wan mirov dikare rêz bike. Di rewşeke wiha de Tevgera Karmatiyan, a bi pêşengiya Hamdan bîn Eşas El-Karmat (li gorî hin çavkaniyan Hemdan Karmat li Kûfyê ji dayik dibe û Kurd e) derdikeve ser dikê bi qasî 2 sed salî jiyaneke komunal a civakî pêş dixe. Civak xwe bi xwe rêve dibe.

Ev çand û kevneşopî hertim ji bo tevgerên civakî bûne mîrate û rêça têkoşîna jiyana komunal û xwerêveberiyê. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hertim balê dikişîne ser vê mîrateya dîrokî ya Karmatiyan ku çawa lê xwedî derketine û didin jiyîn. Bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê bi formên nûjen ên civaka Kurd ev çanda dîrokî him parast him jî anî qonaxeke girîng. Ev yek li ser sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ku di sala 2005’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hemû gelan pêşkêşî kirî de hate berfirehkirin û pêşxistin.

Sîstema ku hertim nîqaş, biryar û kiryar ayîdê gel: Konfederalîzma Demokratîk

Piştî serdema Sumeran û şûnde, sîstema Zîgûrat ku hêlîna esas ya Kapîtalîzmê ye, hate pêşxistin û ji bo kontrolkirin û rêvebirina civakê de hate bikaranîn. Desthilatên ku Xudayan ji erdê rakirin ezmanan, bi sîstema yek kesî hegemonya xwe li ser civakê ferzkirin. Lê Konfederalîzma Demokratîk berevajiyê vê sîstemê, li şûna sîstema ku biryar li gorî kes li ser komê/civakê were dayîn, biryar li gorî civakê ber bi kes ve tê dayîn. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk de hêz hemû di destê gel de ye. Gel bi xwe nîqaş dike, kes li ser navê gel hîn nabe, pirsgirêk û jiyana gel nîqaş nakin, gel biryara digire û ji bo ev biryar pêk bên jî gel bi xwe rêveberiyê xwe derdixe û dîsa gel bi xwe wan ji peywîrê jî digire.

Sîstema Konfederalîzma Demokratîk sîstemeke meclîsan e. Mînak Komara Tirkiyê sîstemeke xwe dispêre yek meclîsê. DYE xwe dispêre du meclîsên bingehîn. Dîsa di eyaletan de jî meclîsên eyaletan hene. Bi kurtasî sîstemên dewletî bi giştî ji çend meclîsan pêk tên û demokrasiya wan jî demokrasiya temsîlî ye. Ji bo vê yekê jî mekanîzmayên ku gel bi her awayî bikaribe xwe tê de îfade bike, biryara bigire nîne. Meclîs ew cîh e ku lê nîqaş tê kirin, biryar tên girtin. Di zîhniyeta netew-dewlet de cîhê ku lê nîqaş dibin û biryar tên girtin tenê cîhek e, an jî çend cîh in. Lê Konfederalîzma Demokratîk sîstemeke meclîsan e. Ev sîstem ji bêhejmar meclîsan pêk tê. Gel li ku be, li wê derê divê meclîs hebe, divê gel bi xwe nîqaşên xwe bike, biryarên xwe bi xwe bigire û di heman demê de jî bi xwe pêk bîne. Ji bo wê jî li ku gel hebe, divê li wê derê meclîs hebe. Bi vî awayî Konfederalîzma Demokratîk dibe sîstemeke meclîsan.

Di vê sîstema meclîsan de organa herî bilind a li ser navê gelê Kurd dikare biryarên pêwîst bigire jî KONGA-GEL e. KONGRA-GEL ji 301 nûnerên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt tên, hatiye damezrandin. Li ser navê gelê Kurd organa biryarê ye. Salê carekî kom dibe û hemû pirsgirêkên gelê Kurd nîqaş dike û di derbarê her tiştî de jî biryarên pêwîst digire. Ji bo ew biryar jî pêk bên, rêveberiyekî derdixe.

Konfederalîzma demokratîk demokrasiya rasterast ji bo xwe esas digire. Ji binî heya jorê li her derê û hertim nîqaş, biryar û kiryar yê gel e. Têgihîştineke şaş heye, ew jî ev e, jêr û jor hertim wek hiyerarşî tê destgirtin. Rêveberî jî wek hiyerarşiyê tê destgirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê dibêje: “Dewlet rêvenabe, idare dike; lê civak rêve dibe.“ Peyva ‘rêveberî‘ heta dawiyê peyveke gelêrî ye û divê rêveberî hebe jî. Di civaka xwezayî de jî jin-dayîkê rêvebertî dikir, lê şêwazê rêvebertiya wê, ne desthilatdar bû, ne hiyerarşîk bû, rêvebertiyeke ku xwe disparte otorîteya demokratîk.

Yek ji berên bingehîn yê sîstema Konfederalîzma Demokratîk: Mexmûr

Yek ji cihên ku bûyî yek ji berên bingehîn ên sîstema Konfederalîzma Demokratîk jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye. Mexmûr nimûneya ku civakek çawa dikare bi îrade û hêza gel xwe rêve bibe û bi parêzeye. Xelkê Mexmûrê ku di salên 90’î de li dijî sîstema yekdestarî ya hov ketî ber koçberiyê, niha bi meclîs û komînên xwe dibin sêwana sîstema Konfederalîzma Demokratîk de xwe bi rêve dibe.

Li wargeha Mexmûrê şêwazê ku koka Konfederalîzma Demokratîk pêktîne, ango sîstema meclisan heye. Di wargehê de 3 meclisên esas; Meclisa Gel, Meclisa Îştar û Meclisa Ciwanan heye. Dibin sêwana her sê meclisan de jî, komîte, sazî, dezgeh û komînên peywendîdar hene. Li ser esasê vê sîstemê gel ango civaka Mexmûrê di konferans û civînên ku lidardixin de, bi biryarên ku bi xwe digirin, rêveberiyên xwe hildibijêrin û ji peywîrê dadixin.

Xelkê Mexmûrê dibin pêşengtiya Meclisa Gel de, her du salan carekê ji bo nûjenkirina rêvebirnameyê û çareserkirina pirsgirêkan Kongreya Gel lidardixin. Di Kongreyê de gel bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, nêrîn û pêşniyarên xwe tînin ziman û li ser wê esasê çareseriyê peyda dikin. Ji bo du salên di pêşiyê de jî, rêvebirnameyek di ber nêrîn û nîqaşên gel re tê derbazkirin û piştre tê erê kirin. Ev sîstema meclisan ku li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk hatî danîn, her ku diçe pêş dikeve û berfirehtir dibe.

Îsal Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî du salên tejî êriş, gef û zextên dewleta Tirk û hevkarên wan, bi amadekariyên berfireh 3. Kongreya Gel bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ lidarxist.

Di Kongreya ku 6 rojan berdewam kir de gel pirsgirêk û nakokiyên di nava du salên borî de hatî jiyankirin nîqaşkirin û ji bo çareseriyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di kongreyê de raporên dû salan yên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Meclîsa Ciwanan hatin xwendin. Bi wê ve girêdayî nirxandinên kar û xebatên dû salan û ji bo nebesiyên ku di dû salan de derketibûn rexne û rexnedayîn pêşketin. Her wiha Hevpeymana Civakî û pêşnûmebiryar hatin xwendin û di erêkirina delegeyan re hatin derbazkirin. Piştî wê hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.

Di hilbijartinên hatine kirin de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yaman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin.

Her wiha endamên meclîsa nû ku ji 95’an kesan pêktê sond xwarin û herî dawî kongre bi xwendina encamnameya kongrê bi dawî bû.

Divê bê zanîn ku wargeha Mexmûrê ji wargehekê wêdetir nasnameyek e. Têkoşîna vî gelê ku li ser axa xwe bi awayekî penaber dijî ne wisa hêsan û ji rêzê ye. Tevî hemû astengî, ambargo, êriş û bêderfetiyê jî xelkê wargehê xwedî li nasname û pergala xwe ya xwerêvebirinê derketiye. Ji van aliyan ve jî wargeha Mexmûrê yekem mînake ku gelek çawa dikare bêyî amûrên dewletê li ser lingan bimîne û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê di şexsê wargehê de ya hedef tê girtin pergala wê ya xwerêvebirinê ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar