Dayîkên Wargeha Mexmûrê têkildarî qetilkirina siyasetmedar, şoreşger û têkoşera 31 salan Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ku di 18`ê Çileyê de li Kerkûkê hatibû qatilkirin, şermezar kirin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku pêşiya qetilkirina jinan bigire.
Dayîkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî qetilkirina siyasetmedar, şoreşger û têkoşera 31 salan Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ku di 18`ê Çileyê de li Kerkûkê hatibû qatilkirin, ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku dewleta Tirk ji ber fikrên azad yê jinê, li her derê êrişî jinên azad dike.
‘Dewlet ji fikrên jinê ditirse’
Xebatkara komîna semta Şehîd Çîçek Oznur Mamxûrî di destpêka axaftina xwe de behsa têkoşîna siyasetmedar û şoreşgera Kurd Zelal Zagros kir û wiha got: “Li Kerkûkê jinekî Kurd wek heval Zelal ku siyasetmedarek bû, ev 31 salbûn hemû jiyana xwe dabû vê xebatê, hat hedefgirtin. Ji bo bikaribe di nav jinan de xebatekî bide meşandin û pêşiya êrişên li ser jinan bigire, di tevahî jiyana xwe de li dijî desthilatdariya dewlet û mêrê serdet sekinî. Çawa ku heval Sara, Rojbîn û Ronahî bi komployekî hatin hedefgirtin, heval Zelal jî bi heman awayî hat hedefgirtin. Hedefgiritna jinên pêşeng, ne ji rêzê ne û ev bûyer jî ne ya destpêkê û ne jî ya dawî ye. Dewleta Tirk ji fikrên azad ên jinên Kurd ditirse û ji ber wê êriş dike.”

‘Divê bûyer bê ronîkirin’
Oznur di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku şermekî herî mezine ku di nava dilê Kurdistanê de, li Kerkukê jinek hat hedefgirtin û wiha axivî: “Cihekî wekî Kerkûkê jinekî siyasetmedar wek heval Zelal bê şehîdxistin, şerma herî mezine. Ji xwe tê zanîn ev bûyer ji aliyê dewleta Tirkiye û hevkarê wî PDK’ê ve hatiye pêkanîn. Ji ber ku beriya vê dîsa heval Nagîhan li Silêmaniyê hat qetilkirin. Ji bo wê em ti hêviyan ji PDK’ê nakin ku bûyerê ronî bikin an jî şermezarbikin. Ji ber ku hevkarê kesên bûyer pêkaniyîne. Em dibînin, rojane PDK dikeve pêşiya dewleta Tirk û hemû çiyayên Kurdistan û gundên wê bombebaran dikin.”
Herî dawî Oznur Kaya bang li hikumeta Iraqê kir da ku vê bûyerê ronî bike û pêşiya bûyer û êrişên wiha bigire.
‘Jin timî di hedefê de ne’
Her wiha Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sarya Marînos têkildarî heman mijarê destpêkê bûyera ku li Kerkûkê wek hovîtiya dewleta Tirk nîşan da û wiha pê de çû: “Bûyera ku li Kerkûkê ya li ser siyasetmedarek jin ne bûyerekî ji rêzê bû. Pêkanîna bûyerekî bi vî awayî, ji hovîtiya dijmin tê. Tehemûla dewleta Tirkiye li beramberî Kurdên azad nîne. Hevala Zelal 31 sal ji bo gelê xwe kedek mezin da. Wek tê zanîn di vê heyvê de salvegera du buyerên li Parîsê li beramberî siyasetmedarên me yên jin hebûn. Mirov dikare bêje tirsa dewleta Tirk ji têkoşîna Kurdan zêdetir ji têkoşîna jinan heye, ji ber wê jinên siyasetmedar, jinên ji bo gelê xwe ji bo mirovên bindest û ji bo jinan kar dikin, timî di hedefa dijmin dene. Dewlet naxwaze jin azad be.”

‘Ji firên Rêber Apo ditirsin’
Herî dawî Sarya Marînos bal kişand li ser bêdengiya hikimeta Iraqê û da zanîn ku ger hikumeta Iraqê bêje destê me di vê bûyerê de nîne, divê bêdeng nemîne û pêşiya van êrişan bigire. Sarya Marînos wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Iraq van bûyeran ronîbike. Êdî bese jin bêne qetilkirin. Tirsa wan dagirkeran ji fikir û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna jina azad e. Ji bo wê em bang li Hikumeta Iraqê dikin bila van reşkujiyan zelal bikin.”

0 Yorumlar