Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Rêya çareserî û azadiyê berxwedan e

Welatiyên Mexmûrê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin diyarkirin ku Rêber Apo bi têkoşîn û vîna xwe ev komplo vala derxistiye û wiha gotin: “Em hemû jî dizanin armanca van komplogeran ya li beramberî Rêber Apo, ne tenê li beramberî Rêber Apo hatiye pêkanîn. Armanca her komplogerekî ku di vê komployê de cih girtî, tinekirina gelê Kurd bû.”

Xurbet Tallî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nêzîkî 25 salin bi Komployek Navneteweyî di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Her wiha zêdetirî 30 mehin bi ti awayî agahî jê nayê girtin, bi malbat û parêzerên xwe re jî nikare hevdîtin bike. Li seranserê cîhanê kampanya ya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ hatine destpêkirin. Her ku diçe pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin berfirehtir dibe. Di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan tê meşandin de, xelkê Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.

‘Rêber Apo bi têkoşîn û vîna xwe ev komplo vale derxistiye’

Mamosta Bêrîvan Kaya Komploya 9’ê Cotemê ya ku li ser Rêber Ocalan hatibû pêkanîn ku hîn jî didome bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn ji pêvajoya ku komplo destpêkirî heta roja îro, salên têkoşînê yên herî xurt ku Rêbertî li hemberî vê komployê di aliyê fikirî û bîrdozî de dayî meşandine. Em hemû jî dizanin armanca van komplogeran ya li beramberî Rêber Apo, ne tenê li beramberî Rêber Apo hatiye pêkanîn. Armanca her komplogerekî ku di vê komployê de cih girtî, tinekirina gelê Kurd bû. Em dikarin bêjin ji destkeftiyên gelê Kurd bigre heta nirxên herî pîroz û bîrdoziya gelê Kurd, dixwestin di kesayeta Rêber Apo de tecrîd bikin bi vê armancê dest bi komployê kirin. Hêzên ku di vê komployê de cih girtîn jî li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Niha dema mirov temaşe dike, dibîne ku Rêber Apo bi têkoşîn û vîna xwe ev komplo vala derxistiye.”

‘Navenda van êrişan Îmralî ye’

Kaya di dewama axaftinên xwe de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan tê meşandin kir û ev tişt gotin: “Tecrîdek di nava tecrîdê de girankirî her wiha ji hemû mafên xwe yên rewa bê par mayîn, em nikarin vana ji rêzê bigrin dest. Êrişên ku îro tên pêkanîn jî ji vê komployê ne qut e. Bi taybet li her cihê ku Kurd lê jiyan dike û xwe rêxistin dike, ev hêzane hemû bi destê dewleta Tirk êrişî wê derê dike. Em dikarin bêjin ev hêzên global li pişt dewleta Tirk vê komployê didin berdewam kirin. Lê tekoşîna Rêber Apo, tekoşîna gelê Kurd her wiha hêza gerîla ya ku her sal xwe nû dike li beramberî van êrişan komplo vala derxistiye. Bê gûman ev têrê nake, aliyên wê yên ku zêdetir bên xurtkirin jî hene. Ji ber vê dema mirov temaşe dike dibîne ku her cihekî ku Kurd serî radike, dibe armanca êrişan. Lê armanca heyî ji xwezaya Kurdistanê bigere heta navê Kurdayetî hemû di hedefa van êrişan de ye û em dizanin navenda van êrişan jî Îmralî ye ango li ser Rêber Apo tê pêkanîn. Rêya sereke ya çareserî û azadiyê berxwedan e, her wiha li vîn û Rêbertiya xwe xwedî derketine.”

‘Armanc xilaskirina Kurdan bû’

Endamê Komîteya Tendûristiyê ya Mexmûrê Bapîr Gundikremo jî di derbarê heman mijarê axivî û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk Serokatî ji xwe re wekî xeteriyekê didît. Hêzên xêrnexwaz bi taybet dewleta Tirkiye her tim Rêbertî ji bo xwe wekî astengiyekê didît. Ji destpêka derketina Rêbertî ve digotin emê Kurdan xilas bikin, lê nekarîn heta ku gihişt komploya 9’ê Cotmehê. Dîtin ku bi vî awayî nikarin gelê Kurd ji holê rabike, ji bo wê xwestin Rêbertî tine bikin. Wisa dizanîn ku dema Rêbertî dîlbigrin wê gelê Kurd jî tine bibe. Li ser wî bingehî dewleta Tirk û hêzên ku pêre hevkar bûn, gef li hikûmeta Suriye xwarin û gotin, eger hûn radestî me nekin emê êrişê we bikin. Li ser vê yekê Rêbertî dît ku komployek heye û ji bo gelê Suriye zerer nebîne ji Suriye derdikeve.”

‘Sûcê mirovahiyê ye’

Bapîr Gundikremo di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Dewletên serdest yên weke Yewnanistan, Rusya û hwd ku bi taybet ji bo berjewendî û aboriya xwe her wiha zilma ku li ser gelên bindest dikir, Rêbertî wekî astengiyekê ji xwe re didîtin ji bo wê xwe kirin yek. Van dewletan her yekê Serokatî da dest yê din heta ku gihişt Kenya, li wêderê dîlgirtin û radestî Tirkiye kirin. Ev 25 salin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Li gorî qanûnên cîhanê û civakî jî nabe ku girtiyek ev qas sal di girtîgehê de bimîne û bi ti awayî danûstandin pêre neyê kirin, ev bi serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Banga min ji bo gelê Kurd ewe ku em li Rêbertî xwedî derbikevin, eger em li Rêbertî xwedî dernekevin wê pêşeroja me tarî be.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar