Di 17’ê Cotmehê de, li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîta malbatek ji Wargeha Penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirekî bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bibû.
5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku xwestin di heman rojê de ji Bexdayê biçin pêşiya karwanê cenazeyê Dilovan Îşlek, li xala kontrolê ya Bîrebas a PDK’ê ya Hewlêrê hatin binçavkirin û ew birin Asayişa Hewlêrê.
Ji wê rojê ve ti agahî ji wan 5 karkerên bi navê Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş nayê girtin.
Malbatên wan girtiyan ji ajansa me re ragihandin ku ji rewşa zarokên xwe bifikarin û dixwazin derbarê rewşa zarokên xwe de agahiyan bigirin û bang li Hikumeta Iraqê kirin da ku mafê penaberên Mexmûrê biparêzin.
Ji bo pêşwazîkirina cenaze hatin, ji aliyê PDK’ê ve hatin biçavkirin!
Salih Baytaş bavê Bêwar û Ehmed Baytaş ên girtîne, di serî de diyar kir ku ew pir bi xemgînin û wiha got: “Bêwar û Ehmed her du jî lawê minin û ev demeke ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin. Di 17’ê Cotmehê de hevalê lawê min ango Şehîd Dilovan Îşlek ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdkirin. Di heman rojê de lawên min û çar hevalên xwe yên kar, ji bo vê buyerê xwestin bên wargehê. Lê rêya xwe xelet kirin û çûn seytereyek a PDK’ê. Li wir her 5 karker jî hatin binçavkirin. Seytereyê destpêkê ev yek ji me veşart û piştre gotin me ev 5 kes girtine. Em vê girtinê qebulnakin û daxwaz dikin ku demildest bên berdan. Her 5 jî ji Bexdayê ji bo Şehîd Dilovan dixwestin bên wargehê.”

‘Iraq û NY divê mafê me biparêzin’
Salih Baytaş da zanîn ku ji roja ku hatine girtin û heta niha wan agahî ji zarokên xwe negirtine û wiha pê de çû: “Ez wek bavê Bêwar û Ehmed bang li Hikumeta Hêrêmê dikim, ev kesên we girtî bê zerer in. Wan berdin, hemû jî karkerin û ti caran ti zirar li kesî nekirine. Wek wargeh bi xwe jî me ti zerer nedaye ti kesî. Mexmûr di wextê xwe de ji bo parastina Hewlêr, Zaxo û Dihokê bû mertalê zindî. Vê ji bîr nekin û li gor wê tevbigerin. Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin, mafê me biparêzin, taybet jî Iraq û NY divê xwedî li me derbikeve û zarokên me demildest bidin berdan.”
‘PDK, bi van kiryarên xwe bê mafiyê li wan dike’
Jina bi navê Zehra Avci ku hevjîn û lawê wê hatiye girtin derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku PDK bi van kiryarên xwe bê mafiyê li wan dike û wiha axivî: “Di 17’ê Cotmehê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk, li Koyê êrişî wesayîta cîranê me kir. Di encamê de cîranê me yê bi navê Dilovan îşlek şehîd bû û dayîka wî Helîm Îşlek jî birîndar bû. Em wê êrişî bi tûndî şermezar dikin. Hevjînê min, lawê min û sê hevalên xwe ve li Bexdayê kar dikirin. Heman roja êrişê de hevjînê min, lawê min û sê hevalên xwe ve ji Bexdayê berê xwe dan wargehê û xwestin tevlî konvoya karwanê şehîd Dilovan bibin. PDK ew binçavkirin. Ji wê rojê, heta niha me agahî ji wan nestandiye.”

‘Girtiyên me berdin!’
Dayîka Zehra bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê kir da ku demildest wan girtiyan berdin û wiha axaftinên xwe domand: “Em wek malbat bang li Hikumeta Iraqê dikin ji bo ku mafê me biparêzin. Em bang li Herêma Kurdistanê jî dikin, girtiyên me berdin. Ti sedem nîne ku wan bigirin. Ev bê mafiyeke li me tê kirin. Her 5 kesan jî tiştek nekirine, karkerbûn û ji bo buyerek bi êş xwestin bên wargehê. Daxwaza me berdana wan e.”

Zarokên cêwî yên Mehemed Şirîn Avci yên 7 salî jî bi dilekî êş gotin: “Bavê me û birayê me tiştek bi we nekirine, çima hun digirin? Bavê me berdin!”

0 Yorumlar