Ticker

10/recent/ticker-posts

Xazî Feysel: Sedema êrişên Tirkiyeyê bê helwestiye

Fermandarê Xwebexş ê YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel diyarkir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê binpêkirina yasayên navnetewî ye û sedema êrişan jî bêdengiya hikumetane. Xazî destnîşankir ku Peymana 50’î salî ya di navbera Tirkiye û PDK’ê de zererek mezin gihand serweriya siyasî, leşkerî, erdnîgarî û aboriya Herêma Kurdistanê. Xazî ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê jî got; “Hêvî û daxwaza me ya herî mezin serkeftina Partiya Çepên Kesk e.”

Jiyan Pîran


Fermandarê Xwebexş yê YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel derbarê helwesta YNK’ê ya li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û bi taybet li ser Wargeha Mexmûrê, krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê, peymana 50 salan ya di navbera Tirkiye û PDK’ê de hatiye îmzekirin, hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê yên Tirkiyeyê û helwesta YNK’ê ya ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê, ji rojnama me re axivî. 

‘Li ber çavê cîhanê wargehê bombebaran dike’

Xazî Feyzel destpêkê da zanîn ku wan weke YNK li dijî êrişên dewleta Tirk gelek caran bi awayek fermî daxuyanî dane û wiha got: “Êrişên balafirên bê mirov ên dewleta Tirk yên li ser Wargeha Mexmûrê, binpêkirina zagonên navnetewî ne. Ji ber ku jin, zarok, ciwan û kesên bê parastin li wargehê dijîn û dewleta Tirk tê li ber çavê hemû cîhanê bombebaran dike û şehîd dixin.”

‘Dewleta Tirk piştgiriya DAIŞ’ê dike’

Xazî Feysel anî ziman ku wî çendîn car nerazîbûnên xwe nîşanî êrişên li ser Wargeha Mexmûrê daye û wiha pêde çû: “Girêdayî vê mijarê me pir caran Hikumeta Iraqê û NY agahdar kiriye. Me ji wan xwestiye ku helwestek zelal û tûnd nîşanî dewleta Tirk bidin. Hemû cîhan dizane ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike. Ez yek ji wan pêşmergeyên xwebexşim ku di dema êrişên DAIŞ’ê de bi Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê re mil bi mil me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Şehîdên Wargeha Mexmûrê û yên me pêşmergeyan jî çêbûn. Dewleta Tirk gelê Mexmûrê ku li dijî DAIŞ’e bi tûndî rawestiyaye, bombebaran dike. Em weke YNK bêdengiya NY û Hikûmeta Iraqê rexne dikin, ji ber ku ev êrişane tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Ji bo wê jî daxwaz ji van aliyan dikim ku helwest û pêngavên şênber ji bo bidawîkirina van êrişan bavêjin. Bi taybet bêdengiya kabîneya 9. a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Mesrûr Barzanî serokatiya wê dike, bi tûndî rexne dikim. Ji ber ku PDK û malbata Barzanî, Herêma Kurdistanê birêve dibin û bi vê bê helwesta xwe zemînê êrişan ji dewleta Tirk re çêdike.”

‘Peymana 50 salan zerer gihandiye Kurdistanê’

Fermandarê Xwebexş yê pêşmergeyan diyar kir ku niha ew weke YNK bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re di nava nakokiyan de ne. Xazî Feysel sedemê aloziya di navbera YNK û PDK’ê de bi van gotinan anî ziman: “Pirsgirêka wan ya bi Hikumeta Herêma Kurdistan û PDK’ê re tenê ne îdarî ye, siyasiye jî. Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê êrişên hewayî di xaka Herêma Kurdistanê de pêktîne, di bejahî de jî êriş dike û mixabin çendîn baregehên artêşa Tirk di nava sinorên Herêma Kurdistanê de hene. Yek ji sedemên bingehîn ku pirsgirêkên siyasî di navbera YNK û PDK’ê de ewe ku bêdengî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye. Eger bê bîra we, di navbera PDK û dewleta Tirk de peymanek 50’î salî hatibû îmzekirin. Wan ev peyman weke ‘peymana neftê’ nîşanî raya giştî û cîhanê dan. Lê di rastiya xwe de ne tenê peymana neftê bû, peymanek siyasî, leşkerî û aborî bû. Vê peymana 50’î salan zererek mezin gihand serweriya siyasî, leşkerî , erdnîgarî û aboriya Herêma Kurdistanê.”

Xazî Feysel di dawiyê de jî balkêşa ser hilbijartinên Tirkiyeyê û da zanîn ku ew bawer dikin Partiya Çepên Kesk wê serkeftinek dîrokî bidest bixe. Xazî got: “Hêvî û daxwaza me ya herî mezin ewe ku Kurd di bin navê Partiya Çepên Kesk de surprîzek mezin di hilbijartinan de bike. Dema ku Kurd di hilbijartinan de serkeftin, wê nehêlin cudahiyek di navbera netewan de çêbibe, em rêzê ji mafên bingehîn ên hemû netewan re digirîn. Divê hemû netew ji mafên xwe yên netewî bêpar nemîne. Ji ber ku netewa Kurd netewek bindest û di bin zilm û zora dagirkeran de ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar