Ticker

10/recent/ticker-posts

Roj roja xwedî derketina li penaberên Mexmûrê ye

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê û navçeya Mexmûrê dijî hewldanên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê ev bang kirin; “Em bang li hemû Kurdan dikin, îro roja xwe parastinê ye, nêzîkatiya dijî xelkê Mexmûrê, dijî hemû Kurdane. Divê her kes xwedî li penaberên wargeha Mexmûrê derbikeve.”


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî ve xwest têkeve wargehê û dora wan bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê heya niha bê navber dewam dike. Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê û navçeya Mexmûrê ya ser bi Musilê derbarê hewldanên Iraqê yên ji bo dorpêçkirina wargehê de ji ajansa me re axivîn.

‘Em piştgiriya birayên xwe dikin’

Welatiyê bi navê Ebu Mexmûrî ku xelkê navçeya Mexmûr ya ser bi Musilê ye, ji bo piştgiriyê serdana konê brexwedanê kiriye. Mexmûrî piştgiriya xwe ya bi xelkê wargehê re da diyarkirin û wiha got: “Em wek şêniyên nevçeya Mexmûrê piştgiriya birayên xwe dikin. Ev nêzikatiya ku li ser wan tê kirin netenê li ser wane li ser tevahî gelê Kurd e. Hevdîtinên ku di navbera Tirkiye, Suriye û Iraqê de hatî kirin, li ser têkbirina Kurdan bû. Ger gelê Kurd yek deng, yek reng û yek helwest nebe, wê wek dema derbazbûyî rastî enfal û êrişan werin.

Ez bang li hemû partî û rêxistinên Kurdan yê ku dibêjin em Kurdekî dilsozin dikim, ger îro ne rabin ser xwe pirsa mafê Kurdan nekin, bila carek din neyên li ser çapemeniyê qala Kurdbûnê nekin. Îro rojek gelek pîroze ku Kurd parastina xwe bike. Ew hêza ku duh hatî ku dixwest Wargeha Mexmûrê dorpêç bike, bawerbikin ji bo şerê dewletekê nayê. Kurdê xîret be di vê roja îro de ne bêdeng be. Dewletên cîhanê di Rojhilatan Navîn de Kurd kirine xwarin ji bo xwe.”

‘Tenê ji ber ku em Kurdin vê li serê me tînin’

Welatiya wargeha penaberan ya Mexmûrê a bi navê Zemê Deniz jî qala berxwedana dijî dorpêçê kir û balkêşa li ser êrişa duh ya li ser xelkê wargehê çêbûyî; “Ev planên dewleta Tirk û Malbata Barzanî ye. Em ji duh ve li hemberî Artêşa Iraqê rawestiyan e. Me heta niha jî bê mafî li kesekî nekiriye ku îro vê bi ser me de tînin. Tenê ji ber ku em Kurdin vê li serê me tînin. Pêwîste gelê Kurd giştî piştgiriya me bike. Her roj rêyekê li ser me digrin. Her kesek bêwijdaniyê li gel me dikin, ji ber wê pêwîste em xwedî helwest bin. Her kesê dest ji me kêşaye û em di nava van êrişan de hêlan e.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar