Ticker

10/recent/ticker-posts

Qenalên avê yên wargehê ji nû ve tên çêkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê xebatên çêkirina qenalên avê, rê û cadeyan hatine destpêkirin. Xebatên çêkirinê ji aliyê xebatkarên Şaredariyê û şêniyên Wargeha Mexmûrê tên kirin û dibêjin; “Ew ji tu aliyan ve alîkarî nastînin û bi derfetên xwe yên kêm xebatên xwe yên dikin.”

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê beriya Cejna Remezanê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê. Di encama rabûna lehiyê de gelek qenalên avê, rê, cade û mal di bin avê de man û gelek cih xirab bûn. Di vê çarçoveyê de li wargehê xebatên çêkirina qenalên avê, rê û cadeyan hatine destpêkirin.

Xebatên çêkirinê ji aliyê xebatkarên Şaredariyê û şêniyên Wargeha Mexmûrê tên kirin. Endamekê Şaredariya Mexmûrê û karkerekê wargehê têkildarî xebatên çêkirinê wiha dibêjin: “Heta niha ne ji aliyê Hikumeta Navendî ne jî aliyê Hikumeta Herêmê ve ti alîkarî û piştgirî ji bo Şaredariya Wargeha Mexmûrê nehatiye dayîn lewra ew bi derfetên xwe û alîkariya gel xebatên xwe birêve dibin.”

‘Ji ber barana zêde qenalên avê xirabûne’

Endamên Şaredariya Wargehê Hiseyîn Geverî di derbarê xebatên çêkirina qenal, rê û cadeyan de diyar kir ku barîna barana zêde bû sedema rabûna lêhiyê û di encamê de gelek mal, rê û kolanên wargehê xirab kirin û wiha axaftina xwe wiha domand: “Wek tê zanîn beriya Cejna Remezanê ji ber barîna barana  zêde li wargehê lêhî rabûn. Di van lehiyan de gelek rê, kolan, qenalên avê, cade û malên me xirab bûn. Lewra me ji bo çêkirina cihên xirabûyî xebatek daye destpêkirin.”

Hiseyîn Geverê balê dikêşîne ser alîkarî nekirina şaredariya wan ji aliyê Iraq û Herêma Kurdistanê ve û têkildarî mijarê dîtinên xwe wiha tîne ziman: “Ji aliyê Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêmê ve bi ti awayî ne alîkarî ji me re nehatiye kirin. Ji bo çêkirina van cihên ku ji ber lêhiyê xirab bûne, me ji wargehê çend karker anîne û em bi hev re vî karî dimeşînin. Em wek şaredarî bi derfetên xwe vê xebatê dimeşînin. Jiber ku hevalên me yên di şaredariyê de piranî bi xeta avê ya ku ji aliyê Gêçê ve ku dikeve bakurê navçeya Mexmûrê ve mijûlin. Kar û xebatên ku niha em dikin, çêkirina qenalên avê yên ku lêhiyê xirab kirine ye. Jiber kêmderfetiya heyî em gelek zehmetiyan dikêşînîn. Ev qenalên ku di nava wargehê de derbaz dibin, berê ji aliyê hikumetê ve hatibû çêkirin. Qenal jiber ku pir nizim hatibûn çêkiribûn, ji ber barana zêde û rabûna lehiyê hemû xirab bûne û em jinûve çêdikin.

‘Hikumeta Iraqê bi şert nêzî me dibe’

Hiseyîn Geverî banga alîkarîdayînê ji bo Wargeha Mexmûrê li Kurdên li Ewrûpayê dikedi dawiya axaftian xwe de ev bang kir: “Em wek gelê wargehê bang li gelê xwe yên Ewrupa dikin ku alîkarî bidin me. Jixwe Hikumeta Herêmê bi ti awayî alîkarî nade me, Hikumeta Iraqê jî dema em tiştekê dixwazin bi şert nêzî me dibin. Beriya demekê ji bo matorên wargehê mazot dida ji ber ku me daxwazên wan yên weke danîna sîm û kule qebûl nekir, êdî ew mazota ku didada jî li ser me qut kir. Ev nêzikatiyên Iraqê ya li himberî wargehê jî em dizanin hemû jî bi zextên ku dewleta Tirk tê pêkanîn. Ji bo wê jî çi dibe bila bibe em bi ti awayî xwe radestî dijminê xwe nakin.

‘Pêwîste NY di her alî de alîkarî bide wargehê’

Karkerê bi navê Remezan Spêrtî jî têkildarî rewşa lêhiya ku bûyî sedema xirabûna dehan rê, cade, kanal û malên şêniyê wargehê axivî û wiha pêde çû: “Ev barana zêde ya ku li wargehê bûyî sedema lêhiyê, gelek rê, cade û malên wargehê xirabibûn. Ev qenalên avê yên ku ji ber lêhiyê xirabibûn, beriya demekê Hikumeta Iraqê çêkiribû. Helbet tiştên ku hikumet çêbikim û em bixwe çêbikin ji hev cudane. Qenalên avê yên ku wan çêkiribûn hemû jî ji ber kêm karanîna çîmeto û nimziya qenalan, lêhiyê hemû xirabkir. Li ser vî bingehî em wek gelê wargehê her yek ji me kî bi karibe çi bike weke karekî komînal me dest bi xebatên çêkirina van qenal, cade û rêyên wargehê kirine. Di vî alî de pêwîste gelê me yê wargehê jî bi me re bibin alîkar ku em bikaribin vî karî serkeftî bimeşînin.”

Remezan Spêrtî herî dawî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo gelê wargehê bikaribe ji bin van karesatan derbikeve, di her alî de alîkarî bide wargehê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar