Aliyên siyasî yên navçeya Mexmûrê têkildarî hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê bang li civaka navdewletî kirin ku bi erka xwe rabin û dawî li êriş û hewildanên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê bînin.
Sê rojin artêşa Iraqê hewil dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi kule û têlan dorpêç bike. Xelkê wargehê jî şev û roj di nav berxwedaniyê de û diyar dikin ku ew ê qebûl nekin dora wan bi têlan were dorpêçkirin.
Derbarê êriş û hewildanên li ser Wargeha Mexmûrê de Komîteya YNK’ê ya Mexmûrê, Komîteya Hizba Şuî Kurdistan a Mexmûr û Komîteya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan a Mexmûrê daxuyaniyek dan û bang li civaka navdewletî kirin ku bi erka xwe rabin û dawî li hewildanên dorpêçkirina wargehê bînin.
Daxuyaniya partiyên siyasî wihaye;
“Em daxwaz ji civaka navdewletî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê dikîn bi erka xwe rabin û dawî li aloziya li Wargeha Mexmûrê ya ku di navbera artêşa Iraqê û xelkê kampê de çêbûye, bînin.
Em li dijî hemû cûrên şîdetê ne ku bibin sedema xwîn rijandinê. Ji bona wê wê pêwîste ev pirsgirêk bi giftugoyê were çareserkirin. Mafên penaberiya xelkê wargehê were parastin û mafên wan ên azadî û jiyanê parastîbin.
Navçeya Mexmûrê di rewşek aloz û metirsîdar de ye, ev rewşa derketî wê çeteyên DAIŞ’ê sud jê wergirin. Ji bona wê em hêvîdarin civaka navdewletî bi erka xwe rabe û dawî li vê aloziya heyî bîne.”
0 Yorumlar