Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi dewlemendiya govendên xwe tên nasîn

Koma govendê ya Dibistana Şehîd Mihemed Karasungur ku di 4’ê Nîsanê de bibû yekemîn diyar kirin ku ji bo parastina çanda gelê Kurd pêwîstî bi çalakiyên wiha hene û gotin: “Ji bo pêşxistin û dewlemendkirina çanda Kurd divê em zarokên xwe di aliyê govend, mûzîk û çanda Kurdî de perwerde bikin.”

Jiyan Pîran

Ji xuliqandina mirovahiyê heta niha mirovan bi sema û govendê ahenga jiyana xwe şîrovekirine. Hemû netewên li ser rûyê vê cîhanê li gorî xweza û hestên xwe şikil û şêwe dane govendên xwe. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku bi dewlemediya govendên xwe tê nasîn. Ji zarokê Kurdan heta mezinên wan li gorî ahenga mûzîkê şêwe didin semakirina xwe. Xelkê Mexmûrê jî ji bo zindî hêlana vê çanda xwe bi şêwazên cuda cuda çanda xwe pêşkêşî derdorê xwe kirine.

Di her şahî û mihrîcanek a wargehê de derxistina komek ya govenda gelêrî bûye çandek di nava xelkê Mexmûrê de. Di 15. Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê tê lidarixistin de pêşbirka govendê di navbera her çar dibistanê seretayî de tê pêşkêşkirin. Her dibistan li gorî kêrhatina xwendevanên xwe, xwe ji bo vê pêşbirkê amade dikin û di 4’ê Nîsanê de derdikevin ser dikê.

Koma govendê ya dibistana Şehîd Mihemed Karasungur ku di mihrîcana 4’ê Nîsanê de bibûn yekemîn, ne tenê bala gelê wargehê belku li ser torên medya civakî jî bala tevahî Kurdistaniyan kişand ser xwe. Mamosta û xwendevanên vê komê ji ajansa me re qala pêvajoya perwerdeya xwe û kelecana xwe ya li ser dikê kirin.

Xeyalê zarokatiya xwe, pêktîne

Mamostaya koma govendê Mizgîn Tomak di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser xwesteka xwe ya fêrkirina govendê ya ji bo zarokan ku ji zarokatiya xwe heta niha bi vê xeyalê mezin bûye û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe heta niha li Navenda Çandê û Stêra Zêrîn xebat dikim. Min hertim dixwest ez bibim mamostayê dîlanên xwe ku ez bikaribim zarokan fêrî govendê bikim. Ev sê salin ez zarokan di aliyê govendên gelêrî de perwerde dikim.”

‘Ji bo pêşxistin û dewlemendkirina çanda Kurdî, perwerdekirina zarokan giringe’

Mamosta Mizgîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo berdewamkirina çanda Kurdî perwerdekirina zarokan giringe û wiha domand: “Her herêmek ya Kurdistanê şêwazê govendên wan cudane. Ji bo zarok zêde zoriyê jiyan nekin em her carê govendên 5 herêman fêrî wan dikin. Ji bo mîhrîcana 4’ê Nîsanê em di serê Sibatê de dest bi perwerdeya dîlanê dikin. Ji bo pêşxistin û dewlemendkirina çanda Kurdî divê em zarokên xwe di aliyê govend, mûzîk û çanda Kurdî de perwerde bikin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim ku xwedî li çand û hûnera xwe ya kevnar derbikevin û bi parêzin.”

Xwendevana bi navê Fîdan Benek di destpêka axaftina xwe de qala kelecana xwe ya li ser dikê kir û wiha got: “Me nêzî sê mehan perwerdeya dîlanê dît. Mamosteya me ya dîlanê gelek ked di ber me de da. Dema em nû derketîn ser dikê, me hinek şerm kir lê hestek gelek xweş bû. Gelek kes ji govendê hes nakin lê ez gelek ji govendgirtinê hes dikim.”

Herî dawî Nûjîn Şen jî ku endama herî biçûk a komê ye, keyfxweşî û kelecana xwe ya di kêliya li ser dikê de anî ziman û wiha pê de çû: “Dema ez dîlan dikim ez gelek keyfxweş dibim. Dema em çûyîn li ser dikê gel bi kelecanek mezin me pêşwazî kirin. Bala zarokên wargehê giştî ket li ser me. Em ji mamosteya xwe ya govendê gelek hezdikin, ji ber ku gelek bi me re eleqeder bû.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar