Ticker

10/recent/ticker-posts

2 balafirên bê mirov li ser Mexmûr digerin

Di van kêliyan de 2 balafitên bê mirov li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê digerin.

Li gorî agahiyên ji nuçegihanê me yê herêmê hatine girtin, di van kêliyan de li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nizmî û bê navber 2 balefirên keşfê digerin.

Nayê zanîn balafir yên dewleta Tirk a dagirker in, yan jî ya welatek din.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelek caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ve hatiye bombebarankirin ku encamê de şehîd û birîndar çêbûne. Herî dawî di  29’ê Tebaxa 2022’yan de balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Mexmûrê malek kir hedef û welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînî ku bavê 6 zarokan bû hate şehîdxistin. 

Yorum Gönder

0 Yorumlar