Li Wargeha Penaberan Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixwe Azadî’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê hate vedan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixwe Azadî’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê hate vedan. Konê çalakiyê wê her hefte li semtekê were vedan ku wê heta 4’ê Nîsanê berdewam bike.
Çalakiya konvedanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanên wargehê daxuyaniyek ji aliyê Roj Yildiztan ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Rêber Apo bi felsefe û tekoşîna xwe ve rêya jiyanekî nû û azad ji bo jin û gelê Kurd afirand, ji ber wê bu hedefa komplogeran. Hêzên navdewletî bi girtina Rêber Apo re xwestin hêviya azadiyê di kesayeta civaka Kurd de têk bibin. Lê Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya şerkerî bû çavkaniya îradeya azad ku têk naçe. Ev yek hêrsa hêzên navdewletî zêdetir kir. Ji ber wê sîstema tecrîd û êşkenceya giran pêşxistin. Ev 2 salin gelê Kurd ti agahiyan ji Rêbertiya xwe nagirin. Ev di dîroka mirovahiyê de neheqiyeke mezine û nayê qebûlkirine. Di kesayeya Rêber Apo de mirovahiya azad tê dîlgirtin. Ji bo mirovahiya azad bigihêje mafê xwe divê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were. Em wekî jinên ciwan yên wargeha Şehîd Rustem Cûdî dibêjin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Ji ber wê em wekî jinên ciwan yên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dibêjin emê ti carî serî li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker netewînin û jiyana bê rûmetiyê qebûl nekin.
Li ser vê bingehê em piştgiriya Komelên Jinên Ciwan ya bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixwe Azadî’ dikin. Li ser vê bingehê em dest bi çalakiya konvedanê ya ku di nava xwe de gelek çalakiyên cur be cur dihewîne dikin.”
Piştî daxuyaniyê komê li ber stranên şoreşgerî govend li dora agir gerandin. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

0 Yorumlar