Artêşa dewleta dagirker û barbar a Tirk, di 14’ê Nîsana 2022’an de li dijî qadên pîroz ên Zap, Metîna û Avaşînê ku bûne stargehên mirovahiya azad, êriş dabûn destpêkirin. Helbet ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a destpêkê nîne. Dewleta dagirker ji nêz ve Zapê nas dike û êşek ya wan ji vê qada pîroz heye. Sûwar hatin û peya çûn, ev hevok di bîra we de ye mane? Qada Zapê ku ya bûye kûlek di dilê dagirkeran de, dîsa bi têkoşîn û berxwedana xwe artêşa dagirker a Tirk vala derxist. Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ji destpêka êriş û dagirkeriyê heta niha bi fedayane li ber xwe didin û leşkerên dagirker di qadê de tevizandine. Ev gotin ne propagandane, rastiyeke ku bi dîmen û wêneyên ji daqa şer tên vê rastiyê eşkere dike.
Ji
destpêka van êrişan heta niha, mixabin PDK a ku navê xwe ji Kurdistanê digire
li rex dagirkerên Kurdistanê cih digire. Ji alîkariya lojîstîkî bigire heta
îstîxbarat dayînê, ji şehîdxistina gerîlayên ku xaka Başûrê Kurdistanê diparêze
bigire, heta rê çêkirinê, xizmet ji dagirkerên Kurdistanê re dike. Ev kiryarên Mala
Barzanî ne niha destpêkiriye, ji berê ve dijminê gelê Kurd e. Zap bi fedayî, têkoşîn
û berxwedana xwe tê nasîn. Di sala 2008’an de hêzên gerîla li qada Zapê
berxwedanek bê hempa dane meşandin û dijminên ku sûwar hatibûn peya di paş de
şandin. Ma ne Mesûd Barzanî hevalbendên wan bûn, wê demê ji ber têkoşîn û
berxwedana gerîla ya dîrokî, spasiya gerîlayan kir û gerîla wekî sembola
berxwedan, qehremanî û azadiyê hesibandin? Gelo çawa çêdibe niha ev kesayetên
bê rûmet, ji heman hêzê re dibêje terorîst? Mala Barzanî di dîrokê de her tim
kiryarên dijmirovî li dijî têkoşînên perçeyên din ên Kurdistanê pêkanîne. Loma
gelê Kurd li hember van kiryaran matmayî namîne. Malbatek bê rûmet û
oportonîtinin. Niha jî heman dijmintiyê li gelê Kurd dike.
Em
dikarin çend mînakan bidin da ku em bînin bîra xwe di vê dagirkeriyê de rolê
PDK’ê çiye:
1- Lojîstîka artêşa Tirk a di vê
êrişê de ji aliyê PDK’ê ve tê dabînkirin.
2- Di hêla îstîxbaratê de PDK erk
rakiriye ser milê xwe û ji ber wê gelek gerîlayên azadiyê gihiştine şahadetê.
3- Balafirên bê mirov û helîkopterên
dagirkeran ji navendên PDK’ê radibin û êrişî parêzvanên Kurdistanê dikin.
4- PDK bi hevkariya dewleta Tirk
çendîncaran li herêma Xelîfanê êrişî komên gerîlayan kiriye û heta niha jî
agahî ji wan gerîlayan nayê girtin.
5- Wek tê zanîn ji destpêka vê êrişê
ve rojane çekên kîmyewî û qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên
azadiyê tên bikaranîn. Maskeyên ku gerîla xwe ji van çekan biparêzin, ji aliyê
PDK’ê ve hatin desteserkirin.
Û ti bê
exlaqî û bê rûmetî nemaye ku PDK’ê pêk ne aniye. PDK ji artêşa dagirker a Tirk
zêdetir rol dileyîze. Lê belê gerîlayên ku bi fikir, felsefe û ramanên Rêber
Apo xwe ji hertiştî re amadekirî, tevahî plan û projeyên dewleta Tirk-PDK’ê
vala derxist. Di sala nû de gerîlayan bi pisporî û rêbazên nûjen li ber xwe dan
û cardin sûwar hatin û peya diçin. Artêşa Tirk nekarî li hember berxwedan û
çalakiyên fedayane yên gerîlayên serdemê, li berxwe bidin. Loma neçar ma xwe ji
hindek devaran bikişîne û hewara xwe gihand PDK’ê. Li cihên ku vekişiyane, hêzên
xwe yên PDK’ê bicih kiriye. Ji bo ku hêzên gerîla bi taybet çalakiyan li dijî Girê
Hekarî û girên din neke, li ser baragehên xwe ala Rêveberiya Herêmî ya
Kurdistanê ya Federal hildane. Gelo ma ala Kurdistanê, Kurdan diparêze yan
dagirkerên Kurdistanê diparêze? Artêşa Tirk bi ala Herêma Kurdistanê xwe
kamûfile dike.
Girê
Hekarî bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Iraqê ye û li Amêdiyê cihê
herî bilinde. Ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Bi rêya ku PDK’ê ji
artêşa dagirker re çêkirî, Girê Hekarî bi xeta sînor ve hatiye girêdan. Bi vê
rêya xiyanetê, artêşa Tirk tank, wesayîtên zirxî û alavên leşkerî digihîne Girê
Hekarî. Bi vê yekê PDK naxwaze keleha dawî a artêşa Tirk bikeve. PDK êdî ji
alîkariyê zêdetir bûye hêzek girêdayî dagirkerên Tirk. Gerîlayên Modernîteya
Demokatîk bi heyvane li dijî xiyanet, êriş, çekên qedexekirî û kîmyawî li
berxwe dide û derbeyên mezin li dijmin dixe. Gerîla hêza xwe ji Rêber Apo û
şehîdan digire. Loma dikare li hember çekên qedexekirî şer bike. Cardin hat
îspatkirin ku teknîk û xiyanet, li hember vîna azad çok daniye.
Armanc Herekol
0 Yorumlar