Berdevkên ciwan ên burjuwaziya Tirk piştî ku serkeftina li dijî Yewnan qezenc kirin li Lozanê bi qada navdewletî jî dan qebûlkirin, weke şiklê rêxistinbûna siyasî komar îlankirin. Di bin banê rejîma komarê de, ji bo ku burjuwaziya Tirk pêş bikeve bi her şiklî tedbîr hatin wergirtin. Ticareta ku ji aliyê kêmneteweyên Ermen û Rûm ve dihat meşandin hat bidestxistin. Hemû xwestekên karker û gundiyan bi darê zorê hat tepisandin. Karektera şoven a rejîma nû, aşkere nîşan da ku çi xwestekên ku mafên kêmneteweyan û çi jî xwestekên ku mafên Kurdan tînin ziman, hemû wê bi darê zorê werin çewisandin. Tevî hemû van tedbîran, burjuwaziya netewî ya Tirk çawa ku zêde pêş neket, bi ser de jî her ku çû karektera xwe ya netewî jî winda kir.
Tişta sereke ku bûye sedema pêşneketina burjuwaziya netewî ya Tirk, hegemonyaya emperyalîst e. Di navbera her du şerên emperyalîst de xwe lihevrakişandina hundirîna dewletên emperyalîst, alîkariya ekonomîk ya YKSS’ê, di sala 1929’an de krîza mezin a kapîtalîzma cîhanî, polîtîkaya dewletperest a ku dihat pêkanîn, her çendî ji bo pêşketina kapîtalîzmeke Tirk a serbixwe hinek derfet afirandibe jî, tirsa ji Şoreşa Cotmehê û dijminahiya ji bo karker û gundiyan, bû sedem ku burjuwaziya Tirk bilez û bez teslîmî emperyalîzmê bibe. Li welatekî ku ne serbixwe ye, derfetên pêşketina burwaziya netewî kêmin. Her çendî KomaraTirkiyê di nav pevçûna bi emperyalîzmê re ava bûyîbe jî, nekaribû heta bi serxwebûna temam ji emperyalîzmê, ev pevçûn bihata berdewamkirin.
Bi taybet ber bi dawiya salên 1930’î cîhan ji nûve ber bi şerekî mezin ve hat rakişandin. Vê yekê, kapîtalîzma Tirk ji binî de dehfand gel emperyalîzmê. KomaraTirk ku polîtîkaya xwe ya dostaniya li gel Yekîtiya Sovyetan ji mêj ve terikandibû di navbera Elmanyaya Nazî û Îngilîzîstanê de hat û çû, di encam de pê karîbû da ku di Şerê Parvekirinê yê II. yê emperyalîst de ji derveyî şer bimîne. Burjuwaziya ku bi bahaneya tedbîrên ji bo şer bi talanên ku rakiriye bi ser xwe ve hatibû, li beranberê nakokiya kûrbûyî ya di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de, ji ketina bin tesîr û kontrola emperyalîzmê dudiliyeke herî biçûk jî nîşan neda. Li pêşberî avakirina sosyalîzmê û tevgerên rizgariyê yên netewî ku di asta cîhanî de pêşdiketin, ji bo burjuwaziya Tirk jî bûn nobedarê emperyalîzmê yê li Rojhilata Navîn cudatir ti rêyên din nebûn. Leşker şandina wê ya li dijî gelê Koreyê, ketina wê ya NATO’yê, alîkariya Marshall’ê û peymanên bi DYE’yê re, belgeyên aşkerene ku teslîmî emperyalîzmêbûna wê nîşan didin. Pêşverûtiya sînordar a komara Tirkiyê ya di salên avabûnê de, di hundir de jî dijminahiya bi karker û gundiyan û li dijî gelê Kurd pêkanînên heta bi tevkujiyan diçin re cihê xwe berdaye. Li derve jî ji şerê li dijî sosyalîzma bi pêşengiya YKSS’ê û di tepisandina têkoşînên rizgariyê yên netewî yên gelên cîhanê de jî bûn hevkarê herî baş ê emperyalîzmê re cihê xwe berdaye. Komara Tirkiyê, bi van taybetmendiyên xwe yên heta roja me ya îro nehatine guherîn dewleteke paşverû ye.
Li Tirkiyê ku piştî şerê emperyalîst ê II. bûye mêtingeha nû ya DYE’yê,(dewletên Yekgirtî yê Emerikayê) pîşesaziya kapîtalîzmê ya girêdayî emperyalîzmê bi taybet pîşesaziya montaj, tekstîl û qut (gıda) ya noker-tekdest dest bi pêşketinê kir. Ev pêşketina kapîtalîst ku bi derbeyên hikumetê yên 1960 û 1971’î hê jî bilez bûye, roja me ya îro li Tirkiyê ji krîzeke giştî ya welat re rê vekiriye ku bi ti awayî nikare ji nav derkeve.
Îro, şiklê siyasî yê Kapîtalîzma Tirk, ku ji çêbûna xwe heta bi roja me ya îro girêdayî bi emperyalîzmê re pêşketiye, dewleta olîgarşîk e. Ev şiklê dewletê, ji îtifaqa burjuwaziya tekdest a noker, burjuwaziya burokratîk û xwedan erdên mezin, di qadên pîşesazî û malî de dewlemendên herî mezin li gorî asta quweta wan ku parlementarîzma burjuwa dike maske û hikumetên “lîberal” û faşîst weke maske bi kar tîne çêbûye. Em li ser van pêşketinên ku di pêvajoya KomaraTirkiyê de di qada ekonomîk û siyasî de çêbûne disekinin, ji ber ku ev pêşketin ji nêzîk ve bi hegemonyaya Tirk ku li Kurdistanê pêş dikeve ve eleqadar in.
Armanca neteweperestiya Kemalîst, ku esasên avakirina komarê daniye ew bû, di nav sînorên “mîsak-ı milî” de neteweyeke Tirk ku “bi welat û neteweya xwe ve yekpareye û nayê parçekirin” bafirîne. Netewe û kêmneteweyên cur bi cur ê di vê çarçoveyê de di nav tevgera netewebûnaTirk de werin bişaftin û tinekirin. Komara Tirkiyê bi vê îdeolojiya xwe ku di aliyê çarçoveya dîrokî, siyasî û civakî de dişibe ya siyonîzma Îsraîl, nijadperestiya Başûrê Afrîka û Rodezyayê, ji ber zeîfbûna ekonomiya xwe, neçar ma ku beriya pêşîn di qada leşkerî de dest bi pêkanînên xwe yên li ser Kurdistanê bike.
Burjuwaziya Tirk di wê zanebûnê de bû ku, bêyî ku li ser Kurdistanê dagiriyeke leşkerî ya şidayî pêkbîne, nikare di qada siyasî, çandî û ekonomîk de mêtingeriyê pêş bixe. Ji ber vê yekê artêşa komarê ya nû ava kiriye, di navbera salên 1925-1940’an de dest bi tevgereke dagiriyê ya leşkerî ya xurt kir. Dema Kurd li bendê bûn Kemalîst wê soza xwe ya di salên şerê rizgariyê de dabûn pêk bînin, pêşketina vê rewşê bû sedem ku li Kurdistanê reaksiyonên mezin werin nîşandayîn. Ev tevgera dagiriyê ku ji bilî zêdekirina kedxwarî, şovenîzm, zilm û zorê ti encamên din nedaye, hewl hat dayîn ku weke “ tevgera şaristaniyê ya komarê ku li dijî Kurdên hov dimeşîne” were nîşandayîn. Giregirên feodal ên eşîran ku tevgera berxwedanê ya mafdar a gelê Kurd ji bo berjewendiya xwe bi kar danîn, ji aliyê Kemalîstan ve, ji bo ku îdîaya xwe îsbat bikin weke delîlekê hatin nîşandayîn. Xwe dispêre kîjan sedemê bila bispêrê, tevgerek ku îmhaya ziman, çand û heta hebûna fîzîkî ya gelekî dike armanca xwe, ne tevgereke şaristaniyê ye, encex dikare bibe tevgereke hovane.
Rêxistinbûna feodal-eşîrî ya Kurdan, zêde nekarî li beranberê rêxistinbûna artêşa modern a burjuwaziya Tirk xwe ragire û nedikarî ku xwe ragire jî. Tevî ku berxwedanên 1925’an ên Palo-Genç-Hanî, 1930 Agirî, 1938 Dêrsimê xwe gihandin astên bilind, nekarîbûn ji binkeftinê xwe xelas bikin. Sedemek ya van binkeftinan jî ew bû ku şert û mercên objektîf bi qasî ku tevgereke modern a rizgariya neteweyî pêş bikeve kamil nebibûn. Tirkan ku YKSS’ê ji ber berjewendiyên giştî yên sosyalîzmê alîkariya wan dikir, ber bi 1940’an ve tevgera dagiriyê temam kirin. Şerê Parvekirinê Yê Emperyalîst ku li hemû cîhanê bibû sedema pêşketina tevgerên rizgariya netewî, ji bilî Mehabadê li ser Kurdistanê bitesîr nebû. Tecrîda ku Komara Tirkiyê li ser Kurdistanê danîbû, ji bo pêşketina ekonomîk derfeteke herî biçûk nas nekirin û neketina wê ya şer, di derketina meydanê ya encameke bi vî şiklî de bi roleke bingehîn rabû.
Ji bo DYE’ê ku piştî şer mêtingeriya nû li cîhanê pêşdixist, diviyabû ku Tirkiye û Kurdistan ji bo mêtingeriya nû bihatana vekirin. Mayîna Kurdistanê di bin destê Tirkan de, li gel berjewendiyên DYE’ê ne nakok bû. Artêşa Tirk ku Kurdistan di destê xwe de digirt, di wateyekê de berjewendiyên DYE’ê jî diparast. DYE’ê ku li pişta gelek artêşên kukla bû, ji ber ku dikariya van artêşan ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne, pêwîstî pê nedidît ku artêşa xwe ji bo mêtingeriyeke klasîk bi kar bîne. Ev, li gorî polîtîkaya mêtingeriya nû jî di cih de bû. Ji ber van sedeman, DYE’ê ku weke hevkarê herî nêzî xwe burjuwaziya Tirk hilbijartibû, di nav sînorên Komara Tirkiyê de mêtingeriya nû pêşdixist. Ji ber vê yekê, ji aliyê burjuwaziya Tirk ve jî pêşxistina mêtingeriya klasîk li Kurdistanê, bi hev re ne nakok e, berevajî hev temam dikin. Di vê pêvajoyê de, ekonomiyên bihêz mêtingeriya nû pêşdixistin û ekonomiyên girêdayî bi emperyalîzmêre jî tenê dikarîn mêtingeriya klasîk bidin jiyîn. Mînak, Portekîzê ji ber ku ekonomiya wê bi emperyalîzmê ve girêdayîbû, ji polîtîkaya xwe ya mêtingeriya klasîk dest bernedida.
Qada verberhênanê (yatırım alanı) ya zêde dibû û hewcedariya tekdestên navdewletî bi bazar û madeyên xam, hewcadariya ku di şert û mercên mêtingeha nû de hê jî pêşdiket a kapîtalîzma Tirk ya komprador-tekdest bi keda erzan, madeyên xam, bazar, berhemên lawiran û çandiniyê, dema ku bi talebên beşdarbûna kedxwariya kapîtalîst a feodalên Kurd re bû yek ji salên 1960’an û pêde di Kurdistanê de pêvajoya pêşketina kapîtalîzma biyanî bilez bû. Kapîtalîzma ku li Kurdistanê bi vî awayî pêşdiket, li ser avakirina çandî û civakî guherînên girîng çêkir. Îro li navîna Rojavayê Bakurê Kurdistanê ev guherînên ekonomîk, civakî û siyasî di bin şert û mercên giran ên bişaftinê de pêktên. Ji beriya ku em dest bi lêkolîna van bikin, emê bi xetên stûr mêtingeriya ku li ser parçeyên din ên Kurdistanê pêşdikeve lêkolîn bikin.
0 Yorumlar