Ticker

10/recent/ticker-posts

Panoramaya sala 2022’an a Mexmûrê


Wargeha Penaberan a Mexmûrê di nava salê de 4 caran ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin û encamê de 4 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû. Her wiha tevî ambargoya ku 3 salin dewam dike, di tevahî nava salê de balefirên keşfê yên dewleta Tirk bê navber li ser Mexmûrê digeriyan. Li beramberî vê xelkê Mexmûrê bi îradeya xwe li dijî dagirkerî, komkujî, girtin, karanîna çekên kîmyawî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo her kêliyê bi çalakiyên cur be cur li qadan bûn.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) weke gelek salên borî, sala 2022’yan bi êrişên hewayî, meşên girseyî yên ji bo şkandina tecrîda girankirî a ser Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, ji bo berxwedana gerîla û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve, merasîm û bîranînên gerîla û fermandarên Tevgera Azadiya Kurdistanê ve ango dagirtî derbaz bû.

Ji beriya ku xelkê Mexmûrê bikeve sala 2022’yan, di 27 Kanûna 2021’an de hêzên Iraqê ji nîşkave xwestin bikevin wargehê û derdora wargehê  têl bikin. Lê xelkê wargehê ji heft salî heta heftê salî herikîn seytereyê û nehêlan derdora wargehê were têlkirin. Li beramberî vê helwesta Iraqê di 2’yê Çileya 2022’an de nêzî seytereyê dijî têlkirina derdora wargehê, çalakiya konvedanê destpêkirin û heta 2’yê Adarê dewam kir.

Di nava tevahî salê de ji aliyê sazî û meclisên wargehê ve perwerdeyên cuda cuda û sempozyûmên encamgir hatin li darxistin.

Di 7’ê Çileyê de 2. Kongreya Gel bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ li darxist, kongre 4 rojan dom kir. Di Kongreyê de hevserok û dîwana meclisê hatin hilbijartin.

Şêniyên Mexmûrê di 9’ê Çileyê de bi meşekî girseyî hersê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî di 9. salvegera şehadeta wan de bibîranîn.

Tevî hemû êriş û zextên ser wargehê, xwendevan û mamostayên wargehê di dema xwe de dest bi dibistanên xwe kirin û ji xwendinê dûr neman.

Bi dijwarî Mexmûr hat bombebarankirin

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di şeva 1’ê Sibatê de wargeha Mexmûrê bi dijwarî bombebarankirin û encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê şehîd bûn bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn. Roja pişt re ji bo her du şehîdan merasîmek girseyî hat li darxistin û di bin dirûşmeyan de hatin spartina xakê.

Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê penaber, serdana waregeha Mexmûrê kir. Şandeyê piştî vegerê di derbarê çavdêriyên xwe yên ser wargehê de raporek amadekirin û bi raya giştî re parvekirin.

Girseya gel hêjayî dîtinê bû

Şêniyên wargehê di 15’ê Sibatê de biboneya salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşek girseyî lidarxistin û gotin: “Kesek nikare vîna Serok Apo ya ku xwe gihandî bi milyonan û şerê gelê şoreşgerî têk bibe. Li ser vî bingehî em dibêjin ji bo em bikaribin jiyanekî birûmet û azad jiyan bikin, pêwîste tecrîda Îmralî were şikandin, Rêber Apo bi awayekî fîzîkî were azad kirin.”

Di nava salê de di encama qezayên kar de du karkerên wargeha Mexmûrê yên bi navê Welat Îzer û Gurgîn Kaya di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dema wesayîtek a penaberên wargehê ji nexweşxaneya Silêmaniyê dihat qeza kir û encamê de jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn. Welatiyên Mexmûrê ji ber ambargo û rêgiriya PDK’ê ya ku 3 salin didome, nikarin biçin Hewlêrê, neçar dibin ku rêyên dûr û dirêj ji bo çûyîna kar û nexweşxaneyê bikarbînin.

Di 25’ê Sibatê de hilbijartinên hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel hat li darxistin.

Bi coşek mezin 8’ê Adar û 21’ê Adarê hatin pîroz kirin

Di 28’ê Sibatê de di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê de dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat kirin. Di 6’ê Adarê de belavokên pîrozbahiyê hatin belavkirin, 7’ê Adarê de şêniyên wargehê bi awayekî girseyî meşek li darxistin û di 8’ê Adarê de bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin.

Li Mexmûrê amadekariyên ji bo Newrozê di 13’ê Adarê de destpêkirin û wargeh bi al û posteran hat xemilandin. Di 18’ê Adarê de meşek girseyî ya meşaleyî ku hêjayî dîtinê bû li darxistin û di 19’ê Adarê de bi hezaran şêniyên wargehê daketin qada pîrozbahiyê û Newroz pîrozkirin.

Li Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan, di 21’ê Sibatê de 14. Mîhrîcana Çand û Werzîşê hat destpêkirin. Pêşbirkên werzîşî yên cur be cur û pêşengehek wêneyan hat li darxistin. Di 4’ê Nîsanê de xelkê wargehê li qada pîrozbahiyê kom bûn û bi kelecanek mezin rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin. Her wiha bi boneya 4’ê Nîsanê li wargehê di bin pêşengtiya sazî û meclisan de şitil hatin çandin.

Di 29’ê Nîsanê de li wargehê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ kampanyaya komkirina îmzeyan hat destpêkirin.

Li Mexmûrê 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

2’ê Gulanê li wargeha Mexmûrê bi boneya şehadeta fermandar Mehmed Karasungur weke her salê, şehîdên qada perwerdeyê hatin bibîranîn.

150 xwendevan mezûn bûn

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 150 xwendevanên ku dibistana Amadeyî qedandin, bi merasîmekê hatin pîroz kirin û mezûn bûn.

Qada Perwerdeyê ya wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.

Şêniyên Mexmûrê di 16’ê Gulanê de komkujiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê şermezarkirin û kesên di komkujiyê de hatîn windakirin bibîranîn.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê di 20’ê Gulanê de 2. Konferansa xwe li darxist.

Wesayîtek li Mexmûr hat bombebarankirin

Di 21’ê Gulanê de li wargeha penaberan a Mexmûrê wesayîtek ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encamê de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî şehîd bû. Bi hezaran şêniyên wargehê piştî merasîmek girseyî şehîdê xwe spartin axê.

Şêniyên Mexmûrê di beramberî her êriş û zextên li ser Şengal, Rojava, Başûr û Rojhilat de bi çalakiyên cur be cur û meşên girseyî piştgiriya xwe anîn ziman.

Li Mexmûr Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag jî ku di dem û cihên cuda de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi meresîmek girseyî hatin bi bîr anîn.

Dewleta Tirk malek li Mexmûrê bombebaran kir

Di 5’ê Tîrmehê de malek li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bi çek û bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin. Piştî êrişê xelkê wargehê bi awayekî girseyî daketin qadê û peyama berxwedan û têkoşînê dan.

Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê qûrbaniyên fermana 3’ê Tebaxê bibîranîn.

Cejna Vejînê

Li Mexmûrê 38. salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin bi dirêjiya heftiyekê hat pîrozkirin û soza şopandina rêya Fermandarê nemir Egîd hat dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 1. Komxebata Komîteya Perwerdê bi diruşmeya ‘Her mamostayek xwendekarek, her xwendekar cîhanekî diguhere’ hat li dar xistin.

Balefirên Tirkiyeyê malek li Mexmûrê kir hedef

Di 29’ê Tîrmehê de balefirek bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker malek li wargeha Mexmûrê kir hedef. Di encamê êrişa hovane de welatiyê bi navê Ebûzêt Ebdula ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket. Penaberan cenazeyê şehîdê xwe bi merasîmekê girseyî û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.

Meclisa Gel îdîayên Mît a Tirk derewand

Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku MÎT a Tirk di encama operasyonek li Wargeha Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û veguhestine Tirkiyeyê. Meclisa Gel a Demokratîk ya wargeha penaberan a Mexmûrê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewand.

Di 17’ê Îlonê de gerîlaya YJA-Star’ê Mardîn Penaber ya tevî 4 hevalên xwe li Girê Hekkarî di encama bikaranîna gaza kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şehîd bû li Mexmûrê ji aliyê şêniyên wargehê ve bi awayeke girseyî hate bîranîn.

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê qetilkirina Jîna Emînî bi daxuyaniyekê şermezar kirin û bi meşekî girseyî piştevaniya Serhildana Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Di 25’ê Îlonê de bi pêşengtiya (TJCM) û (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî turnoveya voleybolê hat li darxistin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî qetilkirina jina çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel, meşek girseyî li darxistin.

Li Wargeha Penaberan ji bo Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê, dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, bi merasimekê hatin bibîranîn.

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê

Li Wargeha Mexmûrê bi meşek girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di 21’ê Cotmehê de 2. Komxebata Jîneolojiyê bi dirûşmeya ‘2. Şoreşa Cotkarî û Gundewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ hat li darxistin.

Li Mexmûrê 8. Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi vekirina pêşangeha wêneyan û pêşandana xwarinên gelêrî hat destpêkirin û bi şahiyekî girseyî bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di demên cuda de 3. Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) û 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê hat li darxistin.

Di 24’ê Mijdarê de jinên wargeha Mexmûrê bi boneya Roja Têkoşîna dijî Şîdeta li ser Jinê bi awayekî girseyî meşiyan. Her wiha di 25’ê Mijdarê de bi cara yekem mêrên Mexmûrê ji bo têkoşîna dijî şîdeta ser jinê meşiyan.

27’ê Mijdarê

Li Wargeha Mexmûrê 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin û di pîrozbahiyê de hat gotin ku wê sala nû bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

10’ê Kanunê nobeta ji bo şikandina tecrîda ser Rêber Ocalan

Şêniyên Wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Ocalan bi şîara ‘Duh derbazbû, sibe derenge, hema niha emê tecrîdê bişkênin’ bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakî hîn jî dewam dike.

Di 23 Kanunê de li dijî komeleya çandê ya Ahmet Kaya û çend cihên kar yên Kurdan ên li paytext Fransa Parîsê êrişeke çekdarî çêbû. Di encama êrîşê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn. Her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê li Mexmûrê bi merasîmekê hatin bîranîn û soza şopandina têkoşîna wan hate dayîn. Li mala şehîd Evîn goyî konê sersaxiyê hate danîn.

Tevî êriş, ambargoya PDK’ê, zorî û zehmetiyên penaberiyê jî, xelkê Mexmûrê dev ji berxwedana xwe bernedaye.


Yorum Gönder

0 Yorumlar