Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 18’an de didome.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê dabûn destpêkirin, di roja 18’an de bi biryardayek xûrt dewam dike.
Koma 18’emîn nobet dewir girt. Beriya çalakî were dewirgirtin deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 18’emîn Wesîle Gabarî axivî û di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku wê heta ku Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe şêniyên Mexmûrê ser lingan be û got: “Rêber Apo xeta me ye û divê em hemû xwedî li Rêber Apo derbikevin. bang dikim, dest bi çalakiyan bikin û çalakiyên heyî jî xûrt bikin. Banga min ji tevahî dayîkên şehîdan re heye, werin em detsê xwe bidin destê hevdû û çalakiyan bikin. Wê serkeftin bibe ya me.”
Di dawiya axaftinê de diruşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bimre Xiyanet” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Piştre sermînerek li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan hat dayîn.

0 Yorumlar