Ticker

10/recent/ticker-posts

Karanîna çekên kîmyewî li Mexmûr hate şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bikaranîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê bikar tîne bi çalekiyek bêdeng hate şermezarkirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li sêriyana di nava wergehê de bi çalakiyek bêdeng bikarîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li hemberî gerîliyên azadiyê bi kar tîne şermezar kirin. Di destpêka çalakiyê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên ku di encama êrişên kîmyawî de şehîd ketibûn, pankartên li ser “Çekên kîmyawî sûcê mirovahiyê ye”, “cîhan ji bêexlaqiya dewleta Tirk û PDK’ê re bêdenge”, “Wê Kurdistan ji dijmin re bibe goristan”,  “ Evder Zap, Avaşîn û Metîna ye, ev kolanên Kobanê ye” hatin hildan.

Her wiha bi cilên parastina ji kîmyayê û bi dirûşmeyên, “Qedera me di destê me de ye”, “Em ji kîmysalê natirsin”, “Kîmyasala ji bo mirovahiyê qedexeye”, “xwezayê bi kîmyasalê ne kûjin”, “Hun nikarin îradeya me bi kîmyasalê bi kujin” xwestin dengê xwe bigihînin raya giştî û cîhanê.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar