Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê li dijî karanîna çekên kimyawî meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê ji 7 salî ta 70’ê salî li dijî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê bikartîne, meşiyan û gotin; “Bi çekên kîmyewî gerîlayên me dişewitînin û qetildikin. Hemû dewletên NATO çavê xwe ji dewleta Tirk re digirin. Ji ber ku hevkarê dewleta Tirk in. Em dijminê xwe nas dikin, lê çima Kurdê xayîn piştgiriya dewleta Tirk dikin?”


Şêniyên Wargaha Penaberan a Mexmûrê li dijî karanîna çekên kimyawî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, meşiyan.

Bi hazaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî di saetên êvarê de li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana gerîla’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire xiyanet’ hatin bilind kirin, al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin. Girseya gel heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşiyan û li wir daxuyanî hat dayîn.

Ji beriya daxuyanî were dayîn qekeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdstanê hat girtin û piştre ji aliyê Mamosta Hisên Kara ve daxuyanî hat dayîn.

Hisên Kara di kesayeta 17 Şehîdên Zapê de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Dewleta Tirk êrişek kîmyewî û jehrî li ser zarokên me pêk anî û di vê êrişê de 17 leheng gihiştin merteba şehadetê. Erdogan û Bahçelî bûne vampîrê Kurdan, li ser xwîna Kurdan jiyan dikin. Çekên kîmyewî di cîhanê de ji bo hemû kesê qedexeye, lê ji bo Kurdan rewa ye. Bi çekên kîmyewî gerîlayên me dişewitînin û qetildikin. Hemû dewletên NATO yên van çekan çêdikin çavê xwe ji dewleta Tirk re digirin. Ji ber ku hevkarê dewleta Tirk in. Em dijminê xwe nas dikin, lê çima Kurdê xayîn piştgiriya dewleta Tirk dikin. Di Başûrê Kurdistanê de van êrişan pêktînin. Hikumeta Herêma Kurdistanê li kuderê ye. Em bang li dewletên maskeyên mafê mirovan bikartînin dikin, werin li cihê buyerê lêkolîn bikin. Ev erk û berpirsyartiyên Neteweyên Yekbûyî ne û divê demildest pêkbînin. ”

Daxûyanî bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar