Bersivên gel:
-Biratiye
-Yekrêziye
-Yek netewiye
-Bûyîna yek e
-Serxwebûn e.
-Serfiraziy e.
-Hêz e.
-Îradebûn e.
-Di fikir û ruh de bûyîna yek e
-Hevgirtine
-Li beranberî hevdû xwe berpirs dîtine
-Erkeg nîştîmaniye
-Mîsogerbûyîna Azadiyê ye.
-Yekîtiya netewî beranberê aloziyane
Pir caran qala yekîtiya Netewî tê kirin û gelek kes û derdor li ser yekîtiya
Netewî gelek nirxandinan dikin. Lê gelo Yekîtiya Netewî çiye? Ji bo mirov bikaribe
bersiva vê pirsê bide, divê destpêkê Netewbûn çiye mirov fêm bike. Her komek ya
mirovan a ku jêre civak tê gotin dema xwedî çand, ziman, dîrok û axek hevbeş be,
jêre Netew tê gotin. Li ser hinek armancên hevbeş ger ev koma mirovan
hevgirtinek xurt ya li ser bingehê bi hevre jiyankirinê ava neke û her wiha polîtîka,
stratejî û jiyanek hevbeş di nava xwe de ava neke çand, ziman, dîrok û axa xwe
ji dest dide û netewbûna wê ji holê radibe. Ji ber vê çendê mirov dikare Yekîtiya
Netewî weke mercek yê mayîndebûna netewan bi nirxîne. Her civaka ku dixwaze weke
netew li ser rûyê cîhanê bimîne û jiyana xwe bide berdewamkirin, divê hevgirtin
û bi hevre jiyankirinek li ser armanc, polîtîka û her wiha stratejiyek hevbeş
di nava xwe de ava bike. Lewma ji bo her netewekê Yekîrtiya Netewî ji nan û avê
girîngtire. Di roja me ya îro de Neteweyên ku xwedî destkeftiyên mezinin van
destkeftiyên xwe bi yekîtiya xwe ya netewî qezenckirine. Her wiha bi yekîtiya
xwe ya netewî dikarin van destkeftiyên xwe bi parêzin. Civakên ku nikarin yekîtiya
xwe ya netewî ava bikin, ne dikarin destkeftiyan bi dest bixin û ne jî dikarin
destkeftiyên xwe yên heyî bi parêzin û mahkumî dagîrkerî, talankarî, bişaftin,
qirkirin û tinebûnê ne. Di cîhanê de yek ji civakên ku herî zêde pirsgirêka yekîtiya
netewî jiyan dike û bi sedsalane nekariye yekîtiya xwe ya netewî ava bike,
civaka Kurde. Di dîrokê de bi gelek rê û rêbazên têkoşîn û berxwedanê cîvaka
Kurd kariye heta roja me ya îro bingehê netewbûna xwe bi parêze û ne hêlaye ji
kok ve netewbûna wê jî holê rabe. Lê her çiqasî heta radeyekê hebûna xwe parastibe
jî, lê nekariye xwe ji bandora dagirkerî, talankarî, bişaftin û qirkirinê xilas
bike. Welatê me Kurdîstan ji ber nebûyîna yekîtiya me ya netewî, bi salane di
nav lepên dagirkeriyê de, di nava qêrîn û nalînê de ye. Di asta navnetewî û
herêmî de hatiye parçekirin û wekî berxek li ber gûran hatî danîn, her kes
dixwaze para xwe jê bigire. Gelê Kurd ji
bo xwe ji dagirkeriya li ser Kurdistanê rizgar bike û welatek azad ji bo xwe
ava bike, gelek caran di asta eşîr, herêm û parçeyên Kurdistanê de serhildan
pêşxistiye û li hemberî dagirkerên Kurdistanê serî hildaye. Li hemberî van
serhildanên Kurdan dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê pirsgirêkên xwe
yên navxweyî dayîne aliyekê û bi hevre li ser serhildanên Kurdan de hatine. Ji
ber ku di asta yekîtiya netewî de serhildan ne hatiye meşandin, di herêm yan ji
parçeyek ya Kurdistanê de teng hatiye hiştin, ev serhildanên Kurdan bi
komkujiyan encam bûne. Her wiha ji ber ku gelek caran hinek eşîr yan ji
kesayetên Kurd li şûna ku li cem serhildanê cih bigirin, li aliyê dagirkeran di
xeta xiyanetê de cih girtine û bûne sedema binketina serhildanan. Di dîroka
Kurdan de cara yekemîne ku têkoşîn, serhildan û berxwedanek ya Kurdan di her çar
parçeyên Kurdistanê de heya mirov dikare bêje ne tenê li her çar parçeyên
Kurdistanê, li her cihekî ku Kurd lê jiyan dikin tê meşandin heye. Bi xêra vê têkoşînê
îro Kurdan hebûna xwe bi cîhanê daye pejirandin û gelek destkeftiyên mezin yên
ku bi ked û xwîna hezaran şehîdên qehreman hatin bidestxistin çêbûne. Ji bo
parastina van destkeftiyan, ji bo bi destxistina destkeftiyên hîn mezintir û ji
bo bi dawîkirina dagirkeriya li ser Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwistî bi
berxwedan û têkoşînek topyekun heye. Têkoşîn û berxwedana topyekun jî bi yekîtiya
netewî gengaze ku pêk were. Ev yekîtiya netewî ji hêzên siyasî, partî û
rêxistinên Kurdan zêdetir divê di nava gel bixwe de were avakirin. Di nava civaka Kurd de dema di her ferdekî
Kurd de zanabûn û girîngiya yekîtiya netewî çêbû hêzên siyasî, partî û
rêxistinên Kurdan jî neçarin li gorî pêwistiyên yekîtiya netewî tev bigerin.
Yên xwedî hişmendiya eşîrtî, herêmtî û paşverû ku li pêşiya avabûna yekîtiya
netewî dibin asteng jî divê ji aliyê civaka Kurd ve werin naskirin û werin
bêbandorkirin. Qasî ku li hemberî dijmin têkoşin tê meşandin divê li hemberî
van kes û beşên civakê yên ku xwedî hişmendiya eşîrtî, herêmtî û paşverû jî têkoşîn
were meşandin. Wê demê yekîtiya netewî wê were avakirin destkeftiyên heyîn wê
werin parastin û ji bo bidestxistina destkeftiyên hîn mezintir derfet, bawerî,
hêz û îrade wê çêbibe.

0 Yorumlar