Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlaya YJA-Starê Şevîn Çekdar (Şevîn Eren) ku roja 24’ê Îlona 2022’an li Metînayê şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn. Di merasîma sersaxiyê de hat gotin, “Ala ku şehîdan rakirî bêyî dû dilî jiyan kirin, li ser vê xetê meşandin, li wan xwedî derketin û di dilê xwe de jiyankirin soza me ye.”
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlaya YJA-Starê Şevîn Çekdar konê sersaxiyê dat danîn. Tevahî sazî û meclîsên wargehê bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê. Beriya ku axaftin werin kirin, di kesayeta Şehîd Şevîn Çekdar de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê tevahî sazî û meclîsên wargehê Hisên Guzereşî axivî.
Hisên Guzereşî di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em hemû komploger û xiyanetkaran her wiha yên ku piştgirya dagirkeran dikin şermezar dikin. Em bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikin ku ji bo xurtkirina têkoşînê û azadkirina Rêber Apo ji destê kê çi were pêwîste pêkbîne. Îro roja man û nemanêye, divê her kes li gorî wê tevbigere. Dubare serê Serok Apo, gerîlayên di çeperan de şer dike, gelê Kurdê azadîxwaz û malbata hêja saxbe.”
Li ser navê malbatê Hadî Arkêtî jî destpêkê xêrhatina gel kir û wiha axivî: “Ew ala wan rakirî bêyî dû dilî jiyan kirin li ser vê xetê meşandin, li wan xwedî derketin û di dilê xwe de jiyankirin soza me ye. Em jî dibêjin destpêkê serê Serokatiya me saxbe, serê rêhevalên wê, tevahî xebatkarên pergalê û tevahî malbatên şehîdan û gelê Kurd yê xwedî rûmet saxbe.”
Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar