Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver: “Bi êrişan dixwazin wargehê belav bikin û xeta xiyanetê li şêniyan bidin ferzkirin. Êriş bi destûra Iraq û NY pêktînin. Divê demildest Iraq û NY rê li êriş û firîna balafirên dewleta Tirk ên li ser wargehê bigirin.”
Hema bêje rojane balafirên keşfê li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî digerin. Gelek caran piştî keşfa balafiran êriş pêkhatine û welatiyên wargehê hatine hedef girtin. Bûyera herî dawî di 29’ê Tebaxa 2022’yan de, bi balefirên bê mirov dijî şêniyê bi navê Ebûzêd Abdullah Abid pêkhat û Ebûzêd li ber derê mala xwe hate şehîd xistin.
Ji bo ku ev êriş û firîna balafirên dewleta Tirk ên li ser wargehê bên rawestandin, gelek hewildan hatin dayîn. Yek ji wan cihên ku hewildanan dike jî Komîteya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê ye. Têkildarî bandora êriş û firîna balafirên bê mirov ên li ser şêniyên wargehê û ji bo ku ev êriş bên rawestandin rolê ku dikeve ser milê Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY), Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver ji ajansa me re axivî.
‘Xeta xiyanetê ferz dikin’
Bêwar bibîrxist ku her roj balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser wargehê digerin û got: “Bi dehan caran êriş li ser wargehê pêkhatine û ji ber vê yekê jî gelek şehadet çêbûne. Bi van êrişan dixwazin vîna gelê Mexmûrê bişkênin. Her wiha dixwazin xeta xiyanetê li ser jin û ciwanên wargehê bidin ferzkirin. Metirsiyek mezin li ser wargehê heye, ji ber ku ne diyare wê kengê û kî bombebaran bikin. Di wargehê de qasî 5 hezar zarok hene û ev êriş û firîna balafiran yekser Bandorê li derûniya zarokên wargehê dike.”
‘Bi destûra Iraq û NY êriş dikin’
Unver anî ziman ku hatina balafirên şer û bê mirov yên dewleta Tirk di bin çavdêrî û destûrdayîna NY, Iraq û Koalîsyona Navnetewî de çêdibe û wiha pêde çû: “Bê destûra NY, Iraq û Koalîsyona Navnetewî çûkek jî nikare bifire. Wargeha Mexmûr bi fermî di bin sêwana NY de ye û di hêla erdnîgarî û qanûnî de jî di bin seweriya Iraqê de ye. Lê di van hêlan de, Iraq û NY ji bo Wargeha Mexmûr bê xemin. Êrişên ku li ser Mexmûrê pêktên û şehadetên çêdibin, Iraq û NY berpirsyarin. Taybet di hêla ewlekariyê de mafên penaberan hene, lê mixabin wargeh ji van mafan bê par tên hiştin. Iraq û NY ji şahadetan berpirsyarin. Lê niha herdu alî jî zagonên xwe binpêdikin. Wek komîte emê heta dawî ji bo mafên penaberên wargehê kar bikin. Emê di dadgehên Iraq û navnetewî de mafên zarokên Şehîd Ebûzêd biparêzin.”
‘Ji qetilkirinê re bêjin Na’
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver bang li Iraq û NY kir da ku êdî ji êrişên li ser wargehê re bêjin bese û bi vê peyamê axaftinên xwe bi dawî kir: “Iraq û NY ji wargehê berpirsyare, ji bo wê divê demildest firîn û êrişên balafirên dewleta Tirk ên li ser wargehê bidin rawestandin. Em bang dikin, tevahî sazî û destgehên mafên mirovan bila êdî ji qetilkirina gelê wargeh û bi taybet gelê Kurd re bêjin bese.”
0 Yorumlar