Ticker

10/recent/ticker-posts

YPS: EM METROPOLAN VEGUHERÎNIN ZAPÊ

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir Pêngava Serfiraziyê ya ku wan di 10’ê Tebaxê de daye destpêkirin mehek li dû xwe hiştiye û got “Em her qadên metropolên Tirkiyeyê li hemberî çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê veguherînin şerê Zapê.”

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi wesîleya ‘Pêngava serfiraziyê’ ya ku meheke xwe tijî kiriye daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo mezinkirina vê pêngavê bang li ciwanan kir.

YPS’ê diyar kir ev tişt wê bibe pêngava hesappirsînê ya dîrokî.

Di daxuyaniya YPS’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pêngava serfiraziyê ya ku YPS’ê di 10’ê Tebaxê de li hemberî faşîzmê dabû destpêkirin, li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê bi çalakiyên xurt ên li hemberî dijminê faşîst roj bi roj mezin dibe. Pêngava me ya serfiraziyê meha xwe ya pêşîn a serfiraziyê mezin dike û ji niha ve bûye kabûsa rejîma AKP û MHP’ê. Pêngava serfiraziyê ya ku YPS’ê daye destpêkirin, têkoşîna azadiyê ya gelê me yê welatparêz e ku ev têkoşîn li dijî dijminê faşîst e. Gelên me yên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger û gelên me yên Tirkiyeyê, ji biçûkan heta mezinan ji geşkirina vê pêngava serfiraziyê ya YPS’ê berpirsyar in.

WÊ BIBE PÊNGAVA HESAPPIRSÎNÊ

Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji sala 2015’an û vir ve li Kurdistanê tu nirxên aîdî Kurd û Kurdistanê nema ku êrîşê wê nekir. Li hemberî van qirkirin, talan û tecawizên ku li hemberî geê Kurd tê meşandin, wê pêngava serfiraziyê ya YPS’ê bibe pêngava ku ji dijminê faşîst hesap were pirsîn.

ÇI DEMA KU TÊK DIÇIN KURD TÊN HIŞÊ WAN

Artêşa çeteyan a AKP û MHP’ê li Zapê li hemberî gerîlayên Kurdistanê ketiye nav têkçûneke mezin û vê artêşa çeteyan li ber belavbûnê ye. Têkçûna wan a li Zapê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê aniye ber asta belavbûnê. Artêşa faşîst li qada Zapê çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê har û dîn kiriye. Ji ber vê çeteyên AKP û MHP’ê yên faşîst dixwaze tola vê belavbûnê bistîne, êrîşî her kesên li civakê dike û dixwazin xwe xurt bidin nîşandan.  Erdoganê faşîst di daxuyaniya xwe ya dawîn de got ‘Heke keştî noqî avê bibe, em ê hemû bixeniqin’. A rast şefê faşîst Erdogan bi vê daxuyaniya xwe li xwe mikur tê ku di şer de têk çûne ango rastiya têkçûnê qebûl kirine. Suleyman Soylû yê ku serçeteyê Erdogan e herî dawîn li Amedê daxuyanî da û got ‘Em birayê gelê Kurd in’.  Çi dema ku rejîma dewleta Tirk a faşîst têk diçe, biratiya wan a bi gelê Kurd tê bîra wan. Gotineke di nav gel heye dibêje ‘Ji berazan eyar dernayê’, ma mirov dikare çi ji çeteyekî wekî Suleyman Soylû hêvî bike? Beriya her tiştî divê mirov Suleyman Soylû wekî mirov nenirxîne. Wî li hemberî gelê Kurd sûcên herî bê exlaq kiriye û kesekî tecawizkar. Gelê me êdî vê koma çeteyan bi eşkeretî dibîne û baş dizane ku bicihgirtina di nav vî şerê gel ê şoreşgerî de tê wateya jiyanê.

DIVÊ CIWAN ZÊDETIR XWEDÎ LI ROLA XWE YA PÊŞENGTIYÊ DERKEVIN

Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêngava serfiraziyê ya YPS’ê bingehên rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst ji binî ve hildiweşîne, em wekî rastiya gelê şoreşger û welatparêz divê em bi her awayî tevlî vê pêngava serfiraziyê ya dîrokî bibin. Divê ciwanên welatparêz û şoreşger ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşengiya vê pêngava serfiraziyê ya dîrokî bikin. Bi îlankirina pêngava serfiraziyê di çalakiyên hatine kirine de hatiye dîtin ku gelê me, jin û ciwan amade ne yekser înisîyatîfê werbigirin. Vî tiştî jî îspat kiriye ku ev şer şerê li dijî faşîzmê ye û divê were kirin. Di heman demê de yek ji rêya xurt e ku mêtingerî were şikandin. Di vî warî de divê ciwan bêtir xwedî li rola xwe ya pêşengtiya dîrokî derkevin.

Gelê me yê welatparêz û şoreşger, jin û ciwan ji me dipirsin ‘Em çawa tevlî pêngava serfiraziyê ya YPS û YPS JIN’ê bibin? Em çiyê dijmin bikin hedef? Çekên me yên teknîkî tune û hwd.’ A niha gelê me yê welatparêz û şoreşger dikare lê binihêrin rejîma faşîst a AKP û MHP’ê li Kurdistanê çi aniye serê axa me û gelê me. Em jî dikarin fêm bikin li Tirkiyeyê divê em çi bikin. Çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê ligel ku qedexe ye jî li Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadiyê bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî gelê Kurd ê welatparêz şerekî qirkirinê dike. Her roj mirovên me yên welatparêz tên kuştin, êşkenceyên herî mezin tê kirin, li leşkergehên YÎBO’yê li hemberî zarokên Kurdan tecawiza sîstematîk tê kirin.

EM METROPOLAN VEGUHERÎNIN ZAPÊ

Erdnîgariya Kurdistanê ya ku ji şaristaniya mirovayetiyê re malovanî kiriye, îro tê talankirin û hilweşandin û her roj li zindanan gelê me yê welatparêz tê qetilkirin, li ser Rêber Apo her roj tecrîdeke giran û êşkence tê kirin. Di rewşeke wisa de pirsa ‘Li Tirkiyeyê li hemberî dijminê faşîst ez dikarim çi bikim’ bi rastî jî dibe pirseke seyr û bêwate. Ciwanên welatparêz ên şoreşger ên li dijî faşîzmê divê pirsên wisa bêwate nekin.

Di meheke dawîn de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwanên şoreşger ên welatparêz têkilî bi me re danîne, diyar dikin ew dixwazin tevlî şerê li Zapê bibin û lê nikarin rê bibînin. Îradeyeke mirovan a ku dixwaze tevlî şerê li Zapê bibe, divê karibe li metropolên Tirkiyeyê li hemberî faşîzmê jî şer bike. Em bang li wan ciwanan dikin ên ku dixwazin werin li Zapê şer bikin.

Em her qadên metropolên Tirkiyeyê li hemberî çeteyên AKP û MHP’ê veguherînin şerê Zapê. Her ciwanên welatparêz ên şoreşger ku dixwazin li Zapê şer bikin, li ku dera metropolên Tirkiyeyê dibin bila bibin, divê ji bîr nekin ku ew gerîlayên Zapê ne. Li ser esasê stratejiya şerê gel a şoreşgerî, divê her ferdekî gelê me yê welatparêz û şoreşger bizanibin ku ew gerîla û şervanên YPS û YPS JIN’ê ne.

LI TIRKIYEYÊ HER TIŞTÊN DIJMINÊ FAŞÎST HEDEF E

Li dijî dijminekî mîna çeteyên AKP-MHP'ê yên faşîst ku di şerê Kurdistanê de madî manewî êrîşî her tiştên me dike, divê ciwanên welatparêz ên şoreşger çalak bin. Li Tirkiyeyê her tiştên dijminê faşîst hedef e. Di serî de aboriya dijminê faşîst, her tiştên siyasî, leşkerî hedef e. Li dijî dijminê faşîst ku dixwaze hemû nirxên li Kurdistanê bi rengekî hovane tune bike, lawazî û bêdengî ji bo ciwanên welatparêz ên şoreşger şerm e.

Îro li Bakurê Kurdsitanê û metropolên Tirkiyeyê beşek ji ciwanên welatparêz ên şoreşger li dijî dijminê faşîst timî çalakiyan dikin. Li aliyê din jî beşeke mezin a ciwanan tenê li şer temaşe dikin. Ev yek ji bo mirovekî ku ji xwe re dibêje 'ciwanekî welatparêz ê şoreşger im' rewşeke ku nayê qebûlkirin. Ciwanên welatparêz ên şoreşger ku îro li metropolên Tirkiyeyê li dijî dijminê faşîst bi dil û can şer dikin, divê bi tenê neyên hiştin. Her kesê ji xwe re dibêje 'ciwanekî şoreşger ê welatparêz im' divê tevlî vî şerî bibe.

Çeka herî mezin a ciwanên welatparêz ên şoreşger ên Kurdsitanê 'dilsozî û baweriya bi têkoşîna azadiyê ye'. Ciwanên welatparêz ên şoreşger ku bi vê feraseta dilsozî û baweriyê tevbigerin, dikare çekên teknîkî yên têkoşîna azadiyê jî peyda bikin. Dikare peyda bike bê bi kîjan taktîk û rêbazê li dijî dijminê faşîst dikare şer bike.

TAVILÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ, PÊNGAVÊ MEZIN BIKIN

Li ser bingeha pêngava serketinê ya YPS û YPS-JIN divê rêbaza me ya çalakiyê ya li dijî dijminê faşîst çawa be? Ciwanên welatparêz ên şoreşger divê li metropolên Tirkiyeyê bi koordîneyî û hevdemî çalakiyan lidar bixin. Çeka teknîkî ya herî bi bandor a ciwanên welatparêz ên şoreşger heste û niftik e. Li metropolên Tirkiyeyê her tiştên dijminê faşîst divê bêne şewitandin. Li cihekî dema ku çalakiyên şewatê destpê kir, divê ciwanên welatparêz ên şoreşger ên li bajarên din tavilê bikevin nava liv û tevgerê, li her derê çalakiyên şewatê belav bikin û pêngavê mezin bikin. Di çalakiyên şewatê de hin hedefên diyarkirî heye. Febrîqe hemû di hedefê de ne. Hemû kargehên dijminê faşîst hedef e. Her wiha wesayit û şîrketên faşîstan hemû hedef e. Li dijî dijminê faşîst ê ku hewl dide Kurd û Kurdistanê tune bike, divê ciwanên welatparêz ên şoreşger ên Kurdistanê di çalakiyên şewitandinê de çalak bin, nesekinin. Divê em metropolên Tirkiyeyê li dijminê faşîst bikin dojeh.

Yekane hêza ku pêngava me ya serketinê rawestîne, Rêber Apo ye. Ji bilî wî, rawestandina çalakiyên li dijî dijminê faşîst ji bo me xiyanet e. Divê em zanin, ya ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê aniye ber hilweşînê, têkoşîna me ya azadiyê ye. Her wiha divê em baş zanibin ku ji niha û pê ve jî ya ku gelên me ji rejîjma faşîst a AKP-MHP'ê rizgar bike, têkoşîna me ya şoreşgerî ye.

PÊVAJOYA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ

Em têkoşîna şoreşgerî ya çalak a hemû rêxistinên me yên dost şoreşger bi rêzdarî silav dikin ku li dijî dijminê faşîst bi feraseta têkoşîna hevpar têkoşîna şoreşgerî dimeşînin. Bi taybetî çalakiyê bi bandor ên milîsên HBDH'ê ku li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê faşîzmê ji binî ve dihejîne, bi rêzdarî silav dikin. Her wiha çalakiyên şoreşgerî ên bi bandor û encamgir ên Jinên Tîrêjên Rojê yên li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê silav dikin, ku lidijî dijmin têne lidarxistin.

Di vê pêvajoya têkoşîna şoreşgerî ya dîrokî de li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, mîna rêberên xwe yên şoreşgerî yên dîrokî Denîz Gezmîş, Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan bi feraseta têkoşîna şoreşgerî ya hevpar a gelên xwe em li her derê li dijî dijminê faşîst berxwedana topyekûn mezin bikin. Bi vê feraetê li ser bingeha pêngava serketinê ya YPS û YPS-JIN'ê ku 10'ê Tebaxê li dijî êrîşên îmyayê yên dijminê faşîst da destpêkirin, di serî de rêxistinên dost ên şoreşger em bang li ciwanên welatparêz şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku xwedî li pêngava me ya serketinê ya dîrokî derkevin û bilind bikin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar