Beriya çend kêliyan li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, 3 zarok şehîd bûne.
Nûçegihanê me ji bajarê Hesekê ragihand ku li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê lê dimînin, teqînek pêk hatiye.
Li gorî şahidan û hevserokê Kampa Waşûkanî Ela Cemîl, teqîn di encama teqandina motorsklêtekê li rojavayê kampê pêk hatiye.
Ta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedane.
Çavkaniyên ji Heyva Sor a Kurd a li kampê ji nûçegihanê me re piştrast kir ku 3 zarok şehîd bûne.
0 Yorumlar