Ticker

10/recent/ticker-posts

Demîrtaş û Mizraklioglu qetilkirina Jîna Emînî protestokirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş û hevşaredarê berê yê bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizraklioglu, li girtîgeha Edîrneyê bi jê kirina pora xwe qetilkirina Jîna Emînî protestokirin û berxwedana jin û gelên Îranê ya li dijî sîstema zordar silav kirin.


Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin, ji bo jina ciwan a kurd Jîna Emînî (Mehsa) ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, pora xwe jê kirin.

‘Hezar silav bo berxwedêran’

Demîrtaş û Mizrakli bi rêya parêzerên xwe ev peyam parve kirin: “Em êşa Mehsa Emînî ji dil hîs dikin ku ji ber mûyekê pora wê xuya dikir ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve hatiye qetilkirin. Berxwedana li dijî zext û zilmê tenê berpirsyariya jinan nîne.

‘Wê pergalên zordar li beramber berxwedana gel hilweşin’

Ji bo nîşan bidin ku em bi têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan ku bi dilwêrekî dimeşînin û bi berxwedana gel a ji bo azadiyê re ne, min û hevalê xwe yê hucreyê Dr. Selçûk Mizrakli bi hev re pora xwe jê kir. Zû yan jî dereng, dê hemû pergalên zilm û zordestiyê li hemberî berxwedana gel hilweşin. Hezar silav bo berxwedêran. Xwedê rehma xwe li Mehsa Emînî bike û sersaxiyê bo malbata wê dixwazin. Silav û hestên xwe yên piştevaniyê dişînin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar