Balafirek keşfê ji danê siharê ve li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, ji danê siharê balafirek keşfê li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digere.
Nayê zanîn balafir girêdayî koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ye ya jî ya dewleta Tirk a dagirkere.
Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di 29’ê Tebaxê de balefirek bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li wargeha penaberan a Mexmûrê malek kiribû hedef. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah ku bavê 6 zarokan bû jiyana xwe ji dest da.

0 Yorumlar