Ticker

10/recent/ticker-posts

YPS'ê dest bi 'Pêngava Serfiraziyê' kir

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand ku wan 'Pêngava Serfiraziyê' dane destpêkirin û ji bo serxistina vê pêngavê bang kir.


Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa çete ya paramîlîter a rejîma faşîst li çiyayên Kurdistanê şerekî dîrokî dikin û hate gotin, "Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi xeyala Osmaniya nû xwest bi dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê re li Rojhilata Navîn bibe hêza hegemon. Di encama têkoşîna azadiyê ya gel û tevgera me de, xeyala Osmaniya nû ya rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst di ber wan de ma. Lewma rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dîn û har bû û bi rengekî bêexlaq, bêperwa şerê qirkirinê li ser Rêber Apo, tevgera me û gelê me dimeşîne."

'PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA YPS'Ê WÊ BIBE PÊNGAVA TOLHILDAN Û HESABPIRSÎNÊ'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Pêngava Serfiraziyê ya dîrokî ku YPS'ê îro daye destpêkirin, wê bibe pêngava tolhildan û hesabpirsîna ji rejîma faşîst a AKP-MHP'ê. Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Çeteyên AKP-MHP'ê hêrsa têkçûna xwe ya li Zapê, bi êrîşa li ser gelê me yê mezlûm derdixîne. Tirsa têkçûnê çeteyên AKP-MHP'ê dîn û har dike. Li gel piştgiriya teknolojiyê ya NATO'yê jî çete li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê bi ser neketin û ji ber vê tirsa windakirinê bi her cûreyî çekên kîmyewî bi kar tîne. Êrîşa bêexlaq a li ser gelê me yê sivîl ne ji ber bi hêzbûna wan e, ji ber tirsa wan a ji têkçûnê ye.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê li ber mirinê ye. Eşkere ye, ku krîz û kaosa aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê ji ber krîza rejîma faşîst a li Zapê ye.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo xwe ji vê pêvajoya hilweşînê rizgar bike, bi çeteyên DAÎŞ'ê yên li Tirkiyeyê xwedî dike êrîşî şoreşa me ya Rojava dike. Dixwaze gelê me yê Rojava bi rengekî topyekûn qir bike, qada Rojava bi temamî ji Kurdan xalî bike, çeteyên DAÎŞ'ê li Kurdistanê bi cih bike. Mîna ku li Efrîn û Serêkaniyê kirin, dixwazin qirkirina Kurdan careke din pêk bînin."

Koordînasyona YPS'ê diyar kir ku rizgarkirina welat û gelan ji vê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê deyn û soza wan a ji bo mirovahiyê ye û got, "Yên ku ji wan heye ku em li jêrzemînên Cizîrê şewitandin, li çiyayên Kurdistanê qedandin, bila zanibin ku em artêşeke gel a veşartî û bi dîsîplîn e ku bi pêşengiya YPS'ê di nava gelê xwe yê welatparêz de bi rêxistin bûne û dema pêwîstî pê hebe hejmara me digihêje bi sed hezaran mirovî.

Di sala 50'emîn a Rêber Apo de, li ser bingeha Pêngava Serfiraziyê ya dîrokî ya YPS'ê, gelên me yên Kurdistan û Tirkiyeyê mîna ku di dîrokê de kirin, divê îro jî li dijî çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê di têkoşîna hevpar de bibin yek."

'BI ÇALAKIYAN XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Pêngava Serfiraziyê ya YPS'ê pêngaveke ku li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî hatiye birêxistinkirin û hate gotin, "YPS rêbaza têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê şoreşger welatparêz e. Ev pêngava me ya serfiraziyê ya dîrokî wê bi hişmendiya berpirsyariyê û baweriya mezin a gelê me yê welatparêz şoreşger, bi çalakiyên xurt ên rojane yên li dijî faşîzmê bi ser bikeve. Gelê me yê welatparêz ji bo serketina vê pêngava me ya serfiraziyê bi însiyatîf û berpirsiyariyê tevbigere. Bi taybetî em bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê yên welatparêz şoreşger dikin, ku xwedî li Pêngava Serfiraziyê ya YPS'ê derkevin û bi çalakiyên xurt pêngava serfiraziyê li dijî faşîzmê mezin bikin. Her ciwanekî Kurd ê welatparêz ê li nava civakê, di heman demê de milîtan û şervanekî YPS'ê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Pêngava Serfiraziyê ya YPS'ê heta têkbirina rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst qirker, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi ruhê têkoşînê yê fermandar Çiyager û Zeryanan dewam bike.

Herî dawî jî hate gotin, "Encam wê bêhempa be."

Yorum Gönder

0 Yorumlar