Ticker

10/recent/ticker-posts

Ne PKK, Gelê Kurd di lîsteya terorê de ye

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diyar kirin ku xistina PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên qedexekirî de siyasî ye û gotin: “Ne PKK di lîsta terorê de ye, gelê Kurd di wê lîstê de ye. Ji bo hemû komkujî û bêmafiyên ku li ser gelê Kurd tê pêkanîn ji bo li cem xwe bidin rewakirin serî li rêbazek bi vî awayî dane.”

XÛRBET TALLÎ - ROJEV

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Elî Urek û Mamoste Mariya Bozan têkildarî xistina PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên qedexekirî de û girîngiya derxistina wê ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê bi navê Elî Urek wiha axivî: “Bê guman PKK ne tenê ji bo gelê Kurd bû hêviyek, ji ber ku bîr û baweriya Rêbertî giştî gerdûnî digre navxwe, gelên bindest yên li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn ku bûye cihê kaosê hêviyên xwe di fikrê Rêvertî û têkoşîna ku îro tê meşandin de dîtin.”

‘Di bin navê PKK’ê de gelê Kurd di lîsteya terorê de ye’

Urek da zanîn ku sedema ku PKK xistine lîsteya rêxistinên qedexekirî de siyasî ye û wiha domand: “Ti bûyerên ku pê bikeve wê lîsteyê PKK’ê nekiriye. Ji bo ev kaosa ku li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd hîn kûrtir bibe, bi rewşekî siyasî PKK xistin lîsteyê. Em dibînin qetilkirina serokekî dewletên Ewropa xistibûn stûyê PKK’ê her çiqas hat zelalkirin ku ne PKK’ê ew bûyer pêkaniye jî lê dîsan PKK ji lîsteya terorê nehat derxistin. Lê dema mirov li heqîqeta wê temaşe bike, di bin navê PKK’ê de gelê Kurd di lîsteya terorê de ye. Ji bo ev bûyer, komkujî û bêmafiyên ku li ser gelê Kurd tên meşandin li gel xwe bide rewa kirin di bin navê PKK’ê de giştî  gelê Kurd xistiye di lîsteya terorê de. Komkujiyên di demên derbazbûyî de yên weke Geliyê Zîlan, Dersim, Amed û hwd çêbûyîn, hîn weke komkujî nehatine pejirandin.”

Herî dawî Elî Urek got: “Ne PKK di lîsta terorê de ye, gelê Kurd di wê lîstê de ye, ji ber wê jî hemû komkujî û bêmafiyên ku li ser gelê Kurd tê pêkanîn ji bo li cem xwe bidin rewa kirin serî li rêbazek bi vî awayî dane.”

‘PKK ne rêxistinekî terorê ye, berovajî dijterorê ye’

Mamoste Mariya Bozan bi bîr xist ku dewleta yekem  car PKK xistî di lîsteya terorê de dewleta Elman e û wiha pêde çû: “Yek ji sedemên ku PKK xistina lîsteya terorê û nederxistina wê, berjewendiyên dewletên Neteweyên Yekbûyî ye. Ji ber ku PKK hem di aliyê hizir û têkoşîn xwe de pêşengtî ji gelên bindest re dike û hem jî sîstemeke li dijî sîstema kapîtalîste. Sîstema kapîtalîs PKK’ê hem di aliyê sîstemê de û hem jî di aliyê têkoşîna xwe de weke astengiyekî ji xwe re dibîne, ji ber wê di salên 1993’yan de yekem dewletên ku PKK xistî lîsteya terorê dewleta Elman e. Bi neheqî û bi îdia qetilkirina Olof Palme xist lîsteya terorê. Dewletên hegemom tevger, îdeolojî û têkoşîna PKK’ê ji bo xwe wek metirsiyekî dibînin.  Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin xebatek ji aliyê pêşengên PKK’ê Duran Kalkan û Cemîl Bayik ve, ji 2005’an ve hat meşandin û hêjî berdewame. PKK di pêvajoya şerê li hemberî DAIŞ’ê ya ku ji bo Ewropa û NY jî metirsiyek bû bi awayekî ber biçav xwe da îspatkirin ku ne rêxistinekî terorê ye. Li rûxmê ku PKK xwe li tevahî cîhanê jî dayî îspatkirin ku ne rêxstinekî terorê ye berovajî rêxitinekî dijterore, lê hêjî di lîsteya terorê de tê hiştin.”

Marya Bozan di dawiyê de  got: “Sîstema neteweya demokratîk li Rojavayê Kurdstanê hêvî û bawerî daye avakirin ku gelên Ereb, Suryan û gelek kême netewên din di nava vê sîstemê de hebûna xwe bidin avakirin. Her wiha ji bo gelên cîhanê jî dibe hêviyek, di heman demê de dibe sedem ku ew pirsgirêkên heyî bêyî ku dewletek din mudaxeleyî wê bike bixwe bi awayek azad çareser dike.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar