Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxê hatin bi bîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxê hatin bi bîr anîn û hate gotin; “Bi berxwedanê wê hemû leyîstokên li ser Şengalê werin pûç kirin.”


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bi bîr anîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endama Komîteya Karê Derva ya Meclîsa Îştar, Leyla Arzû Îlhan axivî.

Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt û hemû şehîdên komkujiya Şengalê bibîranî û got: “Em dizanîn sîstema desthildar di salên 2000’î de dest bi guhertina sîstema heyî kir. Pêşbiniya vê yekê ji beriya herkesê Rêber Apo dît. Hem gelê Kurd hem Tevgera Azadiyê hem jî gelên Rojhilata Navîn di vê warî de şiyar kir û got, ‘Wê sîstemên desthildar ji bo bikare sîsteme xwe carek din bide avakirin. qetlîamên mezin li ser civakê pêkbîne.’ Bi vê yekê şoreşa gelan ya ku li tevahî Rojhilata Navîn hatî destpêkirin vegerandin cehenemek ji bo gelan ku bi karibe sîstema xwe têde bi cih bike. Civaka Êzidî ew civaka ku bi hezarî salan rûxmê bi dehan fermanan karî xwe li ser vê axê çand, hebûn, bawerî û zimanê xwe berdewam kiriye. Dewletên desthildar armanc dikirin ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê vê civakê têkbibin û bi têkbirina vê civakê bikarin tirsek mezin bixin dilê civakên Rojhilatan Navîn de.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar