Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê: Em çok nadanin!

 Balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mala penaberê Mexmûrê Evîzêt Abdullah kir hedef, di encama êrişa hovane de Evîzêt Abdullah Şehîd bû. Li ber derê mala Evîzêt daxuyaniyek hate dayîn û ev bang hate kirin; “Em bang li raya giştî û mirovahiyê dikin wê gelê wargehê xwedî li xwîna Evîzêtan derbikeve û li erdê nehêle, dev ji rumet û şerefa xwe ber nede. Bila dewleta Tirk a faşîst bizane li beramberî em li beramberî wan çok na danin.”


Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di saet 12:40’an de xaniyekî welatiyek niştecihê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de xwediyê malê Evîzêt Abdullah ku birîndar bibû, şehîd ket.

Piştî buyerê xelkê wargehê herikîn ber derê mala Evîzêt û liwir liHevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara daxuyaniyek da.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezarkir û destnîşankir ku welatiyek yê wan di encama êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketiye û got: “Ji bo şikandina îrade û berxwedana gelê wargehê êrişên wiha yên hovane tên kirin. Em bang li raya giştî û mirovahiyê dikin wê gelê wargehê xwedî li xwîna Evîzêtan derbikeve û li erdê nehêle, dev ji rumet û şerefa xwe ber nede. Bila dewleta Tirk a faşîst bizane li beramberî wî çok na daynin. Em bang li gelê Kurdistanî dikin ku li hemberî van êrişan rabin û xwedî li xwe derbikevin. Ji bilî me kesek nikare xwedî li me derbikeve.”

Daxuyaniyê bi berzkirina diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Tolhildan’ bi dawîbû.

Xelkê wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan ji bo pêşwazîkirinê li benda cenazeyê şehîdê xwe ne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar