Ticker

10/recent/ticker-posts

Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê berxwedanê mezin bikin

Gerîlayên YJA Starê Ararat Nûda û Koçerîn Demhat gotin, Pêngava 15'ê Tebaxê jiyaneke nû ji bo gelê Kurrd afirand û destnîşan kirin ku ruhê li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê şer dike ruhê 15'ê Tebaxê ye.


Gerîlayên YJA Starê ragihandin ku ruhê 15'ê Tebaxê di şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê de dewam dike û gotin, "Teknîka dijmin çiqasî xurt jî be bi vê teknîkê nikarin me tune bikin yan jî pêşî li têkoşîna me bigirin. Heta ku ruhê serketinê hebe wê berxwedan jî mezin bibe."

Gerîlayên YJA Starê Ararat Nûda û Koçerîn Demhat bi wesîleya salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîn.

Ararat Nûda ragihand ku ew bi ruhê serketinê 15'ê Tebaxê li qada Bradostê têdikoşin û wiha axivî: "Destpêkê vê roja pîroz li Rêber Apo, gelê me, jinan û hevrêyan pîroz dikim. Di şexsê Şehîd Egîd û Şehîd Bêrîtan de şehîdan hemûyan bi minet bi bîr tînim. Di şerê gerîla de avêtina gava destpêkê û teqandina fîşeka destpêkê xeta gerîlatiya serketinê ava kiriye. Ev xet jî ji bo berwedana me girîng e. Ji bo gelê Kurd jiyan li ber bidawîbûnê bû. Bi dengvedana fîşeka destpêkê re jiyaneke nû ji bo Kurdan destpê kir. Vê çalakiyê di heman demê de teoriya 'berxwedan nabe' ya li nava gelê Kurd û bêhêvîtî ji holê rakir. 15'ê Tebaxê artêşbûna tevgera PKK'ê diyar kir. Xeta serketinê ya vê demê ji aliyê Rêber Apo, Şehîd Egîd û gelek fermandarên me ve hate danîn. Şerê ku niha tê kirin dewama ruhê 15'ê Tebaxê ye.

Li Zap, Avaşîn, Xakurkê û Metînayê bi xeta serketinê ya Şehîd Egîd têkoşîn tê kirin. Di çalakiyên heyî de jî encamên xeta serketinê li pêş çavan e. Ruhê serketinê yê heyî beriya her tiştî ruhê têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê û Egîdan e. Mîna ku Şehîd Çiyager got, 'encam wê bêhempa be'. Encama vî şerî jî wê bêhempa be. Bi ruhê 15'ê Tebaxê em ê xwedî li mîrateya Egîdan û Bêrîtanan derkevin û serketinê bi dest bixin."

GERÎLA BI RENGEKÎ BÊEMAN LI BER XWE DIDE

Koçberîn Demhat jî wateya 15'ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand. Koçerîn Demhat anî ziman ku Fermandar Egîd bi fedaîtî, lehengî, fedakarî û hevrêtiya xwe re cihê xwe di dilê gel de girt û got, "Îradeya Şehîd Egîd îradeya gelê Kurd e. Ruhê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şer dike jî ruhê 15'ê Tebaxê ye. Teknîka dijmin çiqasî xurt jî be bi vê teknîkê nikarin me tune bikin, nikarin li pêşiya têkoşîna me bibin asteng. Heta ku ruhê serketinê hebe wê berxwedan jî mezin bibe. Her roj li tunelan li hemberî kobra, skorsky, balafirên şer û çekên kîmyewî, gerîla bi rengekî bêeman li ber xwe dide. Hevrêyên me bi ruhê serketinê teknîka artêşa Tirk a faşîst têk dibin.

Veger ji vê têkoşînê nîne. Îradeyeke bêhempa tê nîşandan, ev îrade, daxwaz û têkoşîna ku li çiyayên azad tê kirin, pêkhatina jiyana xeta partiyê ye. Ya rast ruhê hevalê Egîd e. Em vî ruh û vê îradeyê ji Rêbertî û şehîdên xwe yên pêşeng werdigirin. Di 15'ê Tebaxê de bi fîşeka li faşîzmê hate xistin re gelê Kurd nîşan da ku êdî natirse, wê li dijî qirkirinê têkoşîna xwe mezin bike û li gel gerîlayên azadiyê be. Em ê jî ji bo Kurdistana azad heta dawiyê têbikoşin. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker li xaka me bimîne."

Yorum Gönder

0 Yorumlar