Dewleta Tirk
a dagirker ji bo bi temamî Kurdan tine bike, her rê û rêbazan ceribandiye û wê
biceribîne. Mijara ketina NATO ya Fînlandiya û Swêd jî di vê çarçoveyê de ye.
Dewleta
Yekbûyî ya Emerîka van demên dawî dixwaze NATO’yê fireh bike û di vê çarçoveyê
de jî xebatên xwe berdewam dike. Fînlandiya û Swêd jî ji bo bikare sûdê ji NATO’yê
bigire û dawî li ambargoyên li ser xwe bîne, berê xwe da NATO’yê. Ji bo ketina
NATO’yê jî divê li ser erêkirina hemû endamên NATO’yê pêk bê. Tirkiye jî vê
fersendê li hemberî Fînlandiya û Swêd bikar anî. Heta dawî xwest sûdê ji vê
bigire.
Ji bo vê
pir israr kir ku ji bo ketina NATO’yê divê alîkarî bike û bi gotina Tirkiye
piştgirî nede ‘terorê’ her wiha FETO jî di nav de lîsteyek dûr û dirêj li gel
xwe amade kir ku Fînlandiya û Swêd wan kesan radestî Tirkiye bike.
Tirkiye li
Madrîtê li Lûtkeya NATO’yê li gel Fînlandiya û Swêdê li ser 10 xalan li hev
kirin. Ev deh xal li ser esasê nêzîkatiya endamtiya NATO ya li beramberî hev û
taybet dîsa Tirkiye daxwaz ji Fîlandiya û Swêd dike ku di dijminahiya li gel
gelê Kurd de alîkarî bike. Her wiha ji hemûyê girîngtir ji bo bikare rast e
rast êrîşî Rojava bike û hêzên YPG-QSD û PYD’ê weke ‘teror’ îlan bike. Dîsa êrîşên
xwe yên li ser Rojava rewa bide nîşandan ku di bin navê ‘ewlehî-parastina welat’
de ji kiryarên kirî, xwe pak derbixe.
Li gorî vê
peymanê divê Fînlandiya û Swêd di mijara Tirkiye li ser ne razî, qanûnên xwe
yên ‘terorê’ li ber çavan re derbas bike û kesên Tirkiye xwestin radest bike.
Di rewşeke
wiha de ne mimkûne ku Fînlandiya û Swêd hemû daxwazên Tirkiye pêk bîne. Ji ber
ku di warê qanûn û hiqûqê de wê derfetê vê yekê pir wisa hesan nebe. Dibe
Fînlandiya û Swêd di hinek mijaran de ber bi Tirkiye biçe û heta dibe di hinek
aliyan de astengî ji bo sazî û dîsa dezgehên Kurd û Kurdistanî derbixe.
Jixwe
dijminahiya NATO ya li hember gelê Kurd û Tevgera Azadiyê diyar e. Bi ketina
Fînlandiya û Swêd a NATO’yê wê guherînek pir mezin neke. Wê dîsa dijminahiya
xwe ya li ser gelê Kurd bidomîne. A girîng li vir wê Fînlandiya û Swêdê çiqasî
li gorî hiqûqa xwe tevger bike an na? wê bibe parçeyek ji berjewendiyên
Tirkiye.
Em dizanin
Tirkiye di warê leşkerî de li ber gerîla felç bûye, ji bo wê divê rêyek peyda
bike ku serketinê nîşan bide. Endambûna Fînlandiya û Swêd a ji bo NATO tam ji
bo demek wiha ji bo Tirkiye fersend bû. Ew jî heta dawî xwest vê kartê bikar
bîne. Tirkiye niha halê hazir dixwaze li Rojava dest bi operasyoneke
dagirkeriyê bike, zemîna vê yekê ji niha ve bi erêkirina Fînlandiya û Swêd a ji
bo NATO’yê destpê kir. Hem serketinê bide nîşandan û hem jî bikare li Rojava bi
pêş ve biçe. Ji ber ku ne Rûsya û ne jî Emerîka ji bo vê yekê ne li gel Tirkiyê
ye. Ji bo wê xwest taybet di mijara Rojava de kar bike, Fînlandiya û Swêd qane
bike ku YPG-PYD ‘terorîst’ bide nîşandan. Her wiha desteka heta niha ji bo
Rojava tê şandin, sînordar bike û heta bigihîne asta herî nizim. Ji ber ku li
gorî hiqûq û qanûnên Fînlandiya û Swêd dîsa gelek welatan YPG-PYD ne
rêxistineke ‘terorê’ ye. Ji bo wê Tirkiye bi hêsanî wê nikaribe bi hinceta ‘terorê’
û ‘ewlehiya welat’ êrîş bike ser Rojava. Di vî warî de Tirkiye xwest bi vê yekê
zemîna êrîşê veke û ‘teror’ bide nîşandan.
Dema pêşiya
me wê rewş hinek din zelaltir be, ji ber niha hê pir zûye ji bo gelek tiştan.
Lê rastiyek heye divê em vê ji bîr nekin, dijminahiya NATO ya li gel gelê Kurd diyar
e, nehatiye guherîn. Jixwe Tirkiye bi çekên NATO û hêza NATO êrîş dike. Dîsa
xurtkirina NATO ya li ber Rûsya û bereya din, dike ku tawîz ji bo Tirkiye û gelek
mijarên din bên dayîn. Di roja îro de dewlet berjewendiyên xwe li ser her tiştî
re dibîne.
Ya vê yekê
bide guherîn, teqez berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li Fînlandiya û Swêd dîsa
tevahî welatên Ewropa yê ye. Çi biryar bên dayîn, bila bê dayîn a ser bixe
berxwedan û têkoşîna gelê me ye. Ji bo me biryara esas gel û rêxistinên me ne.
0 Yorumlar