Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo her jinekê xweparastina fîzîkî ya pêş pêwîste

 

Li wargehê di bin sîwana Jineolojî de ji bo jinên ciwan dewreyek ya perwerdeya xwe parastina pêş (karate) hatiye destpê kirin. Têkildarî vê mijarê mamosteya perweredeyê Arven Denîz axivî û got: “Pêwistî heye ku her jinek fêrî xweparastina fizîkî ya pêş bibe.”

NÊRGIZ KARA - ROJEV

                

Dema em temaşeyî pêvajoyê dikin, em dibînin ku herî zêde êriş û tûndî li ser jin-dayîk tê pêkanîn, di heman demê de dîsa herî zêde jin tên hedef girtin. Lê mixabin ev yek li giştî cîhanê derbazdare. Li wargehê jî ji bo ku jin di aliyê fizîkî de xwe bi parêzin, di bin sîwana Jineolojî de dewreyek ya perwerdeya xwe parastina fizîkî ya pêş (karate) tê dayîn. Girêdayî xweparastina fîzîkî ya pêş mamosteya perwerdê Arven Deniz ji rojnama me re axivî.

Arven Deniz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo her jinekê perwerdeya parstina fîzîkî ya pêş pêwîste û wiha pêde çû: “Perwerdeya xweparastina fîzîkî ya pêş (karate) nêzî 20 roje hatî despêkirin û wê heyvek dewam bike. Piştî bidawî bû, wê dîsa dewreyên nû werin despêkirin. Nêzî 30 jinên ciwan tevlî perwerdeyê bûne. Ya ji bo me girîng ewe ku wê jin çawa xwe li hember bûyerên çêdibin biparêzin. Perwerde niha pir baş derbaz dibe û dema em temaşeyî van xwendevanên xwe dikin em dibînin ku xwesteka wan ya xwefêrkirinê pir heye. Di serî de pir zehmetî kêşan, lê dema me hereket da nîşandan êdî pir bi xwestek tevgeriyan. Ji bo her jinekê parastina fizîkî ya pêş pêwîste û divê xwe fêr bike. Em û xwendevanên ku perwerde dibînin, bi vê xebata ku hatî despêkirin pir keyfxweşin.”

‘Pêwistî hat ditîn ku perwedeyek wiha bê dayîn’

Arven di berdewamiya axftina xwe da zanîn ku wê ev perwerde li gorî derfetên heyî bi dewreyan werin domandin û wiha got: “Ev xebata ku hatî destpêkirin wê berdewamiya wê jî were. Em bixwe jî di pêkanîna vê xebatê de pir keyfxweşin. Ji bo me ya girîng ne mermî teqandine yan jî ne amûrek giran kar anîne, bi taybet ji bo jinekê ya girîng ewe ku bi hêza destê xwe, xwe biparêze û gelek tiştan bide guhartin. Ji bo wê jî pêwistî hat dîtin ku perwerdeyek wiha bê dayîn. Dema me perwerde dayî destpêkrin jî tevlîbûnek pir baş çêbû. Em hêvîdarin ku dema pêş dewreyên ku bê despêkirin, dîsa tevlîbûnek baş çêbibe. Dîsa gelek caran jin û keçên me diçin ji derveyî wargehê kar dikin bûyerên pir cûda weke destdirêjî û bûyerên din çêdibe, ji bo ku xwe jê biparêzin pêwistî bi perwerdeyek ya xweparastina fizîkî ya pêş heye.”

Arven Denîz di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ji bo her jinekê perwerdeyek a xweparastina fîzîkî ya pêş pêwîste.

Yorum Gönder

0 Yorumlar