Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê komkujiya Perexê şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê komkujiya ku ji aliyê deweleta Tirk a dagirker ve li gundê Perex hatibû pêkanîn şermezarkirin.


Komkujiya ku duh li gundê Perex a ser bi bajarê Zaxo ve, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek ev komkujî şermezar kirin. Beriya ku daxuyanî were destpêkirin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgiritinê li ser navê Meclîsa Gel a wargehê, Bêwar Unver daxuyanî da.

Bêwar Unver di daxuyaniyê de balkişand li ser komkujiya ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû pêkanîn û wiha got: “ Li gundê Perex a ser bi bajarê Zaxo ve ku weke cihê seyrangehê ye, ji aliyê dewleta dagirker a xwînmij ve komkujiyek pêk hat. Di vê komkujiyê de 9 hemwelatiyên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hebûn hatin qetilkitin û 23 kes jî birîndar bûn. Em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di serî de sersaxiyê ji malbatên kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji destdayîn û gelê Iraqê re dixwazin, her wiha ji bo kesên birîndar bûyîn jî şîfa dixwazin. Em vê êrîşa ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve çêbûyî ku weke hemû caran li ser gelê sivîl pêkaniye em şermezar dikin. Bê guman em wek gelê wargehê bi pêkhatina vê komkujiyê matmayî nebûne, ji ber ku dîroka dewleta Tirk ku dîroka xwe ji çarsed salên ku weke unsûrên Osmanî ereb bi nav dikin di dîrokê de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn komkujî pêkanîne. Ji bo biratiya gelan çênebe, ji bo yekîtiya gelan li Rojhilata Navîn çênebe deweleta Tirk ku di demê xwe de wek Osmanî jî li ser hemû gelên Rojhilata Navîn komkujî û talankirin li ser axa wan pêkanîne. Ji bê wê jî ya ku îro dewleta Tirk dike jî em nikarin ji wê qut bigrin dest. Ji bo wê jî divê di serî de gelê Kurd bi taybet gelê Iraqê bi giştî li ser piyanbe, hemû hêza xwe bêxin meryetê û hemû baregehên dewleta Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê bidin rakirin.”

Daxuyayanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar