Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) di 26’emîn salvegera xwe de bi merasîmekî hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) di 26’emîn salvegera şahadeta xwe de, li Saziya Ciwanan bi merasîmekî hat bîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî.
Tok di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Zîlan de
hemû şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Rêheval Zîlan xeta
azadiyê, xeta berxwedanê û xeta lehengiyê avakir. Heval Zîlan di temenek ciwan
de Tevgera Azadiyê nas kir, di heman demê de xwendevan jî bû û beşê psîkolojî
dixwend. Mirov dikare bêje Heval Zîlan psîkolojiya gelê xwe û civaka xwe
xwendibû. Heval Zîlan naskirinek wisa ji Rêber Apo re çêkiribû, wisa Rêbertî fêm
kiribû ku di hindirê xwe de volkanek a pêşketinê yê xwedî hest û ramanekê, her
wiha mirov dikare bêje tejî bîr û bawerî di xwe de avakiribû.”
Fadîle Tok herî dawî ev tişt got: “Heta dawî pêwiste em vê
tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me heyî rakin, ji bo em ruhê Zîlanan fêm bikin,
ji bo em ruhê tevahî Şehîdên Kurdistanê fêm bikin, pêwiste em hîn zêdetir li
nirx û rûmeta xwe xwedî derbikevin.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan hatibû amedekirin, hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê koma Kevana Zêrîn, Çand û Huner stanên xwe pêşkêş kir, her wiha koma şanoya Kevana Zêrîn jî şanoya xwe nîşanda. Şahî bi dûruşmeyên ‘Bijî Serok Apo,’ ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar