Ticker

10/recent/ticker-posts

Kakabaveh: Bi çekên NATO’yê êrişî Kurdan dike

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got: “Mirov ji ber nêzikatiyên Barzanî û hikumetê ya li hember dewleta Tirk tê şermê. Hikumeta Herêma Kurdistanê îrade ango dengê xwe radestî dewleta Tirk kiriye. Şermekî mezine ku Barzanî  pişta gelê Başûr diberde û pişta dewleta faşîst a Tirk digire.” Kakabaveh  destnîşan kir ku Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike.

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Di rûniştina Parlamentoya Swêdê ya di 7’ê Hezîranê de, di dengdana pêbaweriyê ya li Meclîsê de, dengê parlementera Kurd Amîneh Kakabaveh ku li dijî ketina Tirkiyeyê ya di berdêla ketina NATO’yê de tawîzan bide, diyarker bû. Amîneh Kakabaveh bi dengê xwe xwest baweriyê ji hikûmeta Swêdê bigire ku pirsgiriya doza Kurd bike û nekeve di bin daxwazên Erdogan de.

Parlamentera Kurd a serbixwe Amîneh Kakabaveh têkildarî armanca bikaranîna dengê xwe ya li dijî çekdayîna dewleta Tirk, êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr û tevahî Kurdistanê, bêdengî û hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk re ji rojnama me re axivî.

‘Dij miroviye mirov çekan bide dewleta Tirk’

Amîneh di destpêka axaftina xwe de qala armanca li dijî xwestekên dewleta Tirk, karanîna dengê xwe kir û got: “Trajedî, xeter û dij miroviye ku mirov çekan bide dewleta Tirk. Ji ber ku her roj zarok û jinan qetil dike. Ev yek li dijî Swêdê ye jî û gelê Swêdê rastiya Tirkan dizane. Lê Swêd daxwaza ketina NATO’yê kiriye, ji bo wê Tirkiye bahaneyan nîşan dide. Ji bo wê Swêd xwe li beramberî dewleta Tirk nerim kiriye. Ji ber wê min dengê xwe di aliyê başiya gelê Swêdê de bikar anî û min nexwest çek bê dayîna Tirkiyeye. Min ji Swêd re got, ger çek bidin Tirkiyeyê, ezê dengê xwe nedim. Hilbijartina Swêdê nêz bûye û ez tevlî nabim, ji bo wê di nava vê demê kurt de dixwazim faşîzma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, ji raya giştî re eşkere bikim. Bi wê ve girêdayî dixwazim bidim fêmkirin ku Tirkiye bi wan çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike û xwezayê qir dike.”

 ‘Bi çekên NATO’yê êrişî Kurdan dike’

Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çek û teqemeniyên ji NATO’yê digire, êrişî gelê Kurd dike û wiha axivî: “Tirkiye naxwaze gelê Kurd bigihe azadiya xwe û naxwaze ti alîkarî ji Emerîka û welatên Ewropayê ji Kurdan re bê kirin. Ji bo wê bi wan çekên ku ji NATO’yê digire êrişî Kurdan dike. Ger êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê çêbibe, dibe ku DAIŞ’yên di girtîgehan de hene, hemû derkevin û dewleta Tirk wan organîze bike û carek din êrişî welatan bikin. Li Rojavayê Kurdistanê sîstemekî cûda heye û di wê sîstemê de azadiya mirovan, jinan û xwezayê heye. Ev sîstema li Rojava heyî, li cihên din ên Kurdistanê pir cûdatirin. Ji bo wê divê ti caran rê neyê dayîna êrişên dewleta Tirk. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji deverên wan derxe, di şûna wan de Erebên ku ji derve anîne li cihê wan bi cih bike. Dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere.”

‘Wek Kurd em ji nêzikatiyên Barzanî û hikumetê têne şermê’

Amîneh bal kişand li ser bêdengî û hevkariya mala Barzanî û hikumetê ya li beramberî êrişên dewleta Tirk re û wiha pêde çû: “Bêdengiya Barzanî û Hikumeta Kurdistanê tiştek gelek nexweş, şerm û heta li dijî mirovahiyê ye. Barzanî di hêla aborî de jî pişta xwe li Erdogan xweş kiriye. Li gorî Barzanî, mijara aborî ji gelê Başûr girîngtire. Ev tiştek gelek nexweş, şerme û mirov ji wê yekê nerehete ku Kurd ev qas bibe dijminê xwe. Divê em li dijî dijminên Kurdan yekgirtîbin. Lê mixabin Tirkiye ji ber bêdengî û hevkariya Kurdan a li gel dewleta Tirk, êrişên xwe li ser Kurdan zêdetir dikin. Ev tiştek gelek nexweşe û di dîrokê de dubare dibe. Hikumeta Herêma Kurdistanê xwe ji bo dewleta Tirk bêdeng kiriye. Li dijî gelê xwe îradeya xwe ango dengê xwe radestî dewleta faşîst a Tirk kiriye. Ev nêzîkatiyên Barzanî tiştek herî xirab û şerme. Em wek gelê Kurd ji ber van nêzîkatiyan têne şermê. Kurd bi salane ji bo parastina kerameta xwe têkoşîn û xebat dike. Çawan dibe ku niha Barzanî û Hikumeta Herêma Kurdistanê, rê dide dagirker bên Kurdistanê dagir bikin? Hikumeta Herêmê ji bo dagirkirina Kurdistanê seferber bûye û ji ber wan gelê Kurd tên kîmyabarankirin. Ez bi xwe pê têm şermê ku Barzanî li gel dewleta Tirk cih digre.”

‘Divê êrişên dewleta Tirkan bên mehkumkirin’

Herî dawî Parlamentera Kurd a serbixwe, Amîneh Kakabaveh ev nirxandin kirin: “ Divê êrişên Tirkiye werin mehkumkirin. Gelê Kurd û welatên cîhanê, li dijî êrişên Tirkiyeyê rabin û helwest nîşan bidin. Mixabin dewleta Swêdê ji tirsa Putîn, xwe li beramberî dewleta Tirkiye sistkiriye, mîna Barzanî. Divê mirov ti demê, pişta xwe li hêzên derve germ neke. Lê diyare Barzanî û hikumeta Herêmê pişta gelê xwe berdaye û pişta dijmin girtiye.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar