Rûniştina Parlementoya Iraqê ya taybet li ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker yên li Başûrê Kurdistanê û ıraqê bi beşdariya 242 endaman kombû.
Piştî komkujiya dewleta Tirk a li seyrangeha Perex a Zaxo’yê
pêkanî û di encamê de 9 welatiyên Ereb yên ji Bexda û Kerbelayê jiyana xwe ji
dest dan û 23 kes birîndarbûn, parlementoya Iraqê îro civiya.
Civîna parlementoya Iraqê ku taybete bi dagirkeriya Tirk a
li Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna 242 parlementeran destpêkir.
Rûniştina parlementoya Iraqê ku li ser daxwazname û bangên
parlementeran û hêzên siyasî yên Iraqê pêkhat, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad
Hisên, Fermandarê Artêşa Iraqê û Wezîrê Parastinê yê Iraqê jî beşdarbûne.
Tê pêşbînîkirin ku ji civînê derbarê dagirkeriya Tirk û
êrîşkariya li Başûrê Kurdistanê (Iraq) de hinek biryar derbikevin.
0 Yorumlar