Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: Dagirkerî çiye?

Bersivên gel;

-Qirkirine.

-Wêrankirine.

-Ji cewher dûrxistine.

-Mêtîngehkirine.

-Mafê heyî tinekirine.

-Helandin û talankirine.

-Mirovan ji çand, ziman û hebûna wî dûrxistine.

-Dagirtina cihekî siyasî û leşkerî ye.

-Dagirkerî, tirsa li hember civakên xwedî îrade ye.

-Dagirkerî lewaziya dewletane.

-Ji bo berjewendî destdanîna li ser malê gel e.

-Serdestiya dewletekê faşîst li ser axekê ku ne ayîdê wê ye.

-Talankirina dewlemendî û guhartina demografîka axekê ye.

- Ji bo zeftkirina erdekê an cihekî ku di destê kesekî de ye.

-Bêyî vîna kesekê tû dest danî li ser mal yan jî tiştek yê kesekê.

Di pênase û wateya ferhengê de dagirkerî, derbendkirin û destdanîna li ser rêveberiya cih, netewe, welat û gelekî ya bi hêza artêşê û xistina bin serweriya xwe ye.

Di dîroka pênc hezar salî de û serdema di navbera sedsala 20-21’an de gelek welat û netewe bi dagirkerî û mêtingeriyê re rû be rû maye. Gelek netewe zirarek mezin ji dagirkeriyê dîtine. Hin gelan li hember dagirkerî xwe birêxistin kirin, şer kirin û welatê xwe rizgar kirine. Ji vana mirov dikare welatê Viyetnam û Îrlandayê wek mînak nîşan bide.

Eger ku em rewşa heyî û dîrokê rast nexwînin, emê nekaribin xwe û welatê xwe azad bikin. Helbet eger li hember hişmendiya dagirkeriyê têkoşîn û şerek mezin neyê kirin wê rewşa heyî zêdetir xirab bibe. Armanca dagirkeriyê ew e ku mirov û civakê ji xwezaya wan qut bike, bê kok bihêle û bikaribe rêveberiya xwe baştir li ser wan ferz bike. Piştre bi berfireh û kûrkirina mêtingeriyê re hewl dide ku wî gelî tine bike.

Dagirkerî 5 hezar sal berê bi derketina dewletê re yekem car bi kralê Asûriyan(Akad) li Mezopotamyaya jêrîn destpê dike. Mezopotamya jorîn ango Kurdistan roja îro jî ji aliyê jeostratejî û jeopolîtîk ve dewlemend û stratejîke. Ji ber vê jî herdem li ser wê êrîşên dagirkeriyê kêm nebûye.

Di rastiya gelê Cihû de jî ji ber nakokiyên navxweyî û êrişên dagirkeriyê koçberê Misrê dibin û weke kole tên bikaranîn. Gelê Cihû ji ber hişmendiya nijadperestî zirarên mezin dîtine û heta 1946’an bêwar dimînin. Bi taybetî di sedsala 20. de li Elmanyayê ji hêla nîjadperestiya faşîzma Hîtlerî ve bi rengekî hovane tên qetilkirin.

Di cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê de li hember hişmendiya dewlet û dagirkeriyê serî hatiye rakirin û şer hatiye kirin. Dagirker ji bo bikaribe plan û projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne gelê Ereb bi forma netew-dewlet xist 23 dewletok. Dîsa dagirkeriyê nehişt yekîtiya gelê Kurd ava bibe. Kurdistan bi peymanên Qesr-î Şîrîn û Lozanê kir çar parçe. Li hember zilma dagirkeriyê, hin kes û eşîrên Kurdan serî hildan. Dijmin li hember serhildanan bi komkujî û sûrgûnan bersiv da Kurdan û xwest vîna wan bişkîne, bêhêvî û bêbawer bihêle. Dagirkeriyê bi qedexekirina çand, ziman û komkujiyan tirsa herî mezin çêkir. Kurdên bi komkujiyan re derbas nekirin jî bi planên qirkirin û bişaftinê xistin xulamên xwe, Kurdistan kirin qada talan, kuştin, xiyanet û her xirabî weke qeder li ser gelê Kurd hat ferzkirin. Di pirtûkên dersan de û li ser çiyayê Agiriyê nivîsandin, “Kurdistana tê xeyalkirin di vir de hatiye binaxkirin.” Kurd li ser axa xwe birçî, mêvan, tazî û bê azadî mabû. Bi rêya hevkarê xwe yên wek mala Barzanî yê noker li ser gelê Kurd zilm û zordarî dan meşandin. Li Kurdistanê jiyana sexte û lanetî avakirin. Rêber Apo ev rastî û heqîqeta Kurdistanê û dîjminê dagirker derxist holê. Rêber Apo di ciwantiya xwe de teslîmî paşverûtî, malbat û eşîrgerayiya ku hevkariya dijmin dike nebû. Bi tiştên pergala kapîtalîst ên sexte nehat xapandin û bi fikir û kedek mezin bi gotina dû peyvan “Kurdistan metîngehe” dest bi tekoşînê kir.

Hêzên dagirker aramî, aşitî, çand û çandiniya civakê xirab dike. Dagirkerî bi mêtingehkirinê, nirxên madî û manewiya civakê  talan û tine dike. Êdî civak nikare ji bo xwe bifikire û xeyal bike. Dagirkeriyê ruh û mejiyê civakê birîn kiriye. Mirov ji civakbûnê qut dike û bê rêxistin dihêle. Civak bindest û mejiyê wê dagir kiriye. Dagirkerî di destpêkê de bi bîrdoziya xwe mejiyê civakê dagir dike. Li şûna feraseta civakê ya komînal feraseta ez ezîtiyê dide avakirin.

Wek civaka Mexmûrê ji ber ku li ziman, çand û nirxên xwe yên komînal xwedî derdikeve û bi fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo xwe birêxistin dike û diparêze; lewre bi plan û êrîşên dagirkeriyê yên belavkirinê re rû bi rû dimîne. Li hemberî vê pêwîste em bêhtir xwe birêxistin bikin. Rêber Apo li Îmraliyê û gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî dagirkeran berxwedanî dikin. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em jî rola xwe bileyîzin û dagirkeriyê têk bibin; azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê mîsoger bikin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar