Balafirên şer yên dewleta Tirk dagirker Herêma Biradost bombebaran kir, hem wext artêşa Tirk bi topan jî heman herêm topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê û ji bo dagirkirina
tevahî Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh bi şev nêzî 3 saetan artêşa Tirk
bi balafir û ji baregehên xwe yên di nava xaka Başûr de jî, herêma Çiya Sork,
Goresyo, Geru ya Kayereşk bombebaran û topbaran kiriye.
Ji ber êrişa bi topan û ya balafiran, agir bi herêmê ket, lê heya niha
ziyanên wê nehatine zanîn.

0 Yorumlar