SENAR ZAGROS - ROJEV
Dema em
wek peyv, rastiya dagirkerî û penaberiyê bigirin dest û lêbikolin emê armanca
hişmendiya deshilatdarî û dewletê bêhtir fêm bikin. Armanca wan ewe ku mirov û
civakê ji xwezayê wan qut bike û bikaribe baştir bi rêve bibe. Piştre berfirehî
û kûrkirina metîngeriyê tine bike, ango bihelîne. Dîsa li gorî fîlozofê
modernîteya kapîtalîst Hobbes mirov û civakê bike gurê hev ku hevdû bixwin. Bi
şeran vêya dide jiyandin. Di xwezayê de her gîha, her tişt li ser koka xwe şîn
dibe û tê jiyankirin. Koçberî weke pela darê li ser çiqila darê qut dike. Ev
pel ziwa dibe û ba li kuderê lê bide dibe wir. Lê ger ew civak vîna xwe winda
neke ji fikir, raman û ruhê xwe qut nebe, wê demê zindî dimîne. Weke pelê darê yê
hişk tine nabe. Di rastiya dîrok û sedsala 20-21’an de pir form û cûreyên
penabertî hatine jiyan kirin.
Bi taybetî
di serdema Sermayedariyê ya sedsala 20’an de bi proje û plana netew-dewlet avakirinê
gel û civak bindestkirin û tine kirine. Xweza, çand, aborî û çandinî hedef
girtin. Talankirina her tiştî rewa kirin. Vê jî kaos bêhtir kûr kir. Ji ber ku
armanc û hişmendî talankirin û tûnekirine, gel û civakan dike dijminê hevdû û
bikar tîne. Çareserî û aşîtî ji holê radike, pêşengên civakê, ciwan û jin di
şeran de xistiye amûr yan qetil dike yan jî bi rêbazên cûda teslîm digire ango
lewaz dike.
Rojhilata
Navîn xistiye qada şer, li her derê dewletok ava kirine. Civaka Ereb kirine 23’ê
dewlet, bi avakirina pîşesazî xwezayê talan dike. Bi avakirina bajarên mezin,
hawirdor û gundan ji holê radike. Ev jî bi xwe re xirabiyan, penaberî, nexweşî
û xeteriya ji holê rabûna tebeqeya Ozon’ê
tîne. Ev jî aborî û tendirûstiya civakê xistiye xeteriyê û kûrtir
kiriye. Dema proje û planan çêdike, bi pir cûreyan diceribîne. Dagirkerî di
serî de di mejiyê civakan de fikir û bîrdoziya xwe bi cih dike û mejiyan dagir
dike. Hemû rê û rêbazan bikartîne. Di milê derûnî de li ser ciwanan, jin û
civakê bandorî ava dike. Taybet bi penabertiyê li ser civakê bandor û
guhertinên neyênî avadike. Ev bandor çine?
Armanc ewe ku wana di cihekî de, di bin serweriya xwe de ango di dibistanan
de li gorî hişmendiya xwe perwerde bike. Dewleta Tirk penaberên Sûrî li gor
pergal û hişmendiya xwe perwerde dike, hem di şeran de weke amûrên bi pere, hem
jî wek şantaj dike amûrê bazirganiyê. Dîsa di şerê DAÎŞ’ê de Êzidiyên Şengalê
koçberî qadên PDK’ê kirine. Li hember nasnameya gelê Êzidiyên Şengalê weke amûr
bikar tîne. Her wiha pêşî vekirina çûyîna Şengaliyan ya ji bo Evropa bi vê
armanc dikin ku koka Kurdê Resen li wir bihelînin û tine bikin. Ji sala 1960’an
ve piroje di meriyetê de ye. Bi taybetî ji ciwanên Şengalê re derî û derfet heta
dawî pêşkêş dikin. Wana weke amûr bikartîne, dixe nava valahiyê û dide jiyankirin.
Civak û kesên dibin penaber, nikarin pêşeroja xwe bifikirin û bibînin, tenê
rojane difikire, hêza xwe ya têkoşînê winda dike. Bi bîrdoziya Lîberalîzmê,
teknîk û teknolojiyê ve her roj mejiyê ciwanan bombebaran dike yanî dagir dike.
Bi rêya malperên civakî û şerê taybet tiştên şaş ango nerast weke rast dide fêm
kirin. Deshilatdarî teknîk û teknolojiyê ji bo bazirganiya xwe pêşkêş dike. Bi
vê armanc dike ku mirov ji ax, çand û kedayinê qut bike. Bi serdema fînansê
şûna ku bi kedê debara xwe ya aborî bidest bixin, li cihê wî pere bi pere (Faîz)
qezrençkirinê pêş dixe. Bi vê yekê
armanc dike ku civakê di hişmendiya exlaqî û polîtîk de ji holê rake. Ev di
rastiya me Kurd û Kurdistanê de zêdetir berbiçave. Li her derê cîhanê belav
bûye û bê parastine. Ji aliyê her kesî ve li ser keda wan siyaseta kedxwariyê
tê meşandin.

0 Yorumlar