Berdevka Komîteya Qada Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê, Bêrîvan Kaya diyar kir ku ji bo sala nû ew dibistanên wargehê restore dikin û got: “Pêwîste gelê wargehê di çêkirina dibistanên nû û restorekirina dibistanên sertayî de bi me re bibin alîkar.”
JIYAN PÎRAN - ROJEV
Piştî xwendevanan karnameyên xwe girtin û şûnde Qada Perwerdê hewl dide kêm
û kûrtiyên di dibistanan de çêbûyîn temîr bikin û çareseriyek jêre peyda bikin,
dest bi kar kirine. Têkildarî vê mijarê û çêkirina dibistana nû ya amadeyî,
Berdevka Qada Perwerdê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ji rojanameya me re axivî û got:
“Pêwîste gel di çêkirin û restorekirina dibistanan de bi me re bibin alîkar.”
‘Me xwest li gorî xeyalên zarokan dibistanê reng bikin’
Bêrîvan Kaya qala projeya restorekirina dibistanên sertayî kir û got: “Ji
ber ku werza hevînê ji bo me firseteke ku em bikaribin nûbûnekê di dibistanan
de çêbikin, em hewl didin kêm û kûrtiyên di dibistanan de heyî çarser bikin. Me
xwest dibistanên wargehê bi taybet jî di dibistanê sertayî de, di şêwaz û rengan
de restore bikin. Dibistanên me di aliyê mîmarî de gelek kêmaniyên xwe hene û
hemû bi rengekî hatine reng kirin. Em dixwazin bi vê projeyê şêwaz û rengên dibistanên
Sertayî biguherînin. Wek Komîteya Perwerdê em li ser vê projeyê şêwirîn û em
gihiştin wê biryarê ku di restorekirina dibistanan de guhertinên bingihîn werin
çêkirin. Armanca me ji vê yekê temîr kirina hemû kêmaniyên heyî û dibistanên
xwe ji rengê zuha yê ku xeyalên zarokan sînordar dihêle dûr xistin e. Ji ber ku
dibistanên me yek rengin ne li gorî xeyalên zarokanin, zuha û ne balkêşin. Cîhana
zarokan pir rengiye, me xwest li ser vê yekê bêhtir bala zarokan bikişînin. Di
aliyê pedegojî, çûyîn û hatina zarokan de jî wisa pêwîstî pê hat dîtin ku ev
guhertin di dibistanên zarokan de werin çêkirin.”
‘Divê gelê wargehê di çêkirina dibistanê de bi me re
bibin alîkar’
Kaya di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku du mamaoste bi vî karî
ra mijûl dibin û wiha anî ziman: “Me dest bi rengkirina dibistanan kiribû, heta
niha reng kirina yek, du dibistanên me berbi qedandinê ve diçin. Piştî reng
kirina dibistanan qediya, emê li gorî derfetên heyî û derûniya zarokan li ser
korîdur û diwarên dibistanan wêneyên ku bala zarokan dikişînin xêz bikin. Em bi
vê yekê dixwazin bala zarokan bidin ser perwerdê û dibistanan. Beriya niha jî
me gelek caran hewlda ku em vê projê pêşbixin, lê ji ber bêderfetiyê me ne
dikarî destpê bikin. Li gorî rewşa heyî niha guncaw hat dîtin. Niha du mamoste vî
karî didin meşandin. Ji bo çêkirina wêneyên li ser diwarên dibistanê jî emê li
gel endamên Atolyeya Şehîd Delîla nîqaş bikin ku ev xebat bi wan re were
meşandin.”
Kaya herî dawî balkişand li ser çêkirina dibistana nû û alîkarbûna gel ya
bi wan re wê karê wan hêsantir bike û got: “Ez wek Berdevka Qada Perwerdê, bang
li tevahî gelê wargehê dikim ku di aliyê çêkirina dibistana Amadeyî de bi me re
bibin alîkar. Ji ber ku dibistana Amadeyî ber bi xirabûnê ve diçe emê nikaribin
sala nû li wir perwerdeyek bi tendurist bidin. Ji ber vê yekê jî me dest bi çêkirina
dibistanek nû ya Amadeyî kiriye, em hêvîdarin hemû gelê me di çêkirina vê
dibistanê de bi me re bibin alîkar. Em hêvîdarîn gelê me hem di aliyê aborî de
û hem jî di hila menewî de bi me re bibin alîkar. Ji ber ku dibistan, qada
perewerdekirina zarokên vî geliye, divê li gorî vê yekê tevgerbikin.”

0 Yorumlar