Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: DOXAN GOYÎ

Li her welatekî şehîd girîngin û di nirxên hemû welatan de, cîhê şehîdan taybet e. Lê li Kurdistanê ew hîn cûdatire. Ango li Kurdistanê bi ked û bi berxwedana şehîdan gelê me hebûna xwe mîsoger kiriye. Her şehîdek bûye dara jiyan ê, bûye hêza têkoşînê û rê li azadiyê vekiriye. Her xeleka şehadetê, bûye bingehê pêngavên şoreşgerî û mezinbûnê. Her şehîdek bûye hêviyên dayîk û zarokan. Yek jivan şehîdan jî Tahîr Benek ango Doxan Goyî ye.

 Rêheval Doxan di sala 1977’an de li gundê Hîlal a Qilebanê di nav malmatek welat parêz de ji dayîk dibe. Weke her zarokek welatparêz ew jî bi fikra ku Kurdîstan metingere û divê ji bo azadbûna wî têkoşîn bê dayîn mezin dibe. Di 15 saliya xwe de test bi milîstiyê dike. Di demek kin de xwe pêşdixe û dibe fermandarê milîsan. Dema behs tê jiyana her gerîlakî, ne hevok ne peyv û ne jî gotin têrê dike. Di zimanê her dayîkek yê gerîla de dema behsa zarokên xwe dikin, hêviya pêşerojê di çavên wan de cirusk vedida. Dayîka Qumrî wiha behsa rêheval Tahîr dikir. ‘Tahir biçûktiya xwe heta mezin jî bû, hîper aktîf bû qet di cihê xwe de ne disekinî. Çi kar hebûya, wî ew kar dikir. Dest bavita çi karî, bi serkeftî encam dikir. Derdor jêre digotin ruhê wî ji qalêbê wî mezintir e. Ger ev mezinbibe wê bi be mêrxazek baş. Nirxek mezin dida mirova û keda ku dihat dayîn, ti çarî xwe hewceyê ji derve ne dikir. Bi keda xwe jiyana xwe didomand. Kesek serhildêr bû. Hê di biçûktiya xwe de serî li himber neheqiyê nedidanî, ne li himber xwe, ne jî li hiber kesan neheqiyê qebûl ne dikir. Kesekî ku nasnekirba tine bû. Heskirina wî ya zanebûnê bê hempa bû, ji ber wê jî her tim dixwand û ji xwandinê pir hes dikir. Dibistan heta Navîn xwand û bi ser keftî qedand.’

Dema Serokatî tê girtin, rêheval Doxan difikire ku ev karê milîstiyê ji bo bersivdayîna dijminê xedar ne bese. Divê gavên hê girîng û bi bandortir bavêje. Bi vê zanebûnê ve ji dayîka xwe helaliya dawyê dixwaze û  di sala 21.03.1999 tevlî nava refên gerîla dibe. Wek her dayîkek dev bi ken û  dil êş di vê rêya heqîqetê de bi ser bilindahî kurê xwe oxir dike. Lê ji bo wî şiretek ya dayîka wî hebû û wiha dibêje; ‘Kurê min heta ji te tê rêya metirsî de neçe, xwe û hevalê xwe ji metirsiyan bi parêze.’Rêheval Doxan vê şîreta dayîka xwe wê her tim pêk banîbûya, lê gotinek wî jî ji bo dayîka wî hebû. Ve digere ji dayîka xwe re wiha debêje; ‘Dayê ger te carek li min agahî hilneda xwe xemgin neke û dil bi êş nebe ku heta 3 salan te xeber ji min hilneda, bizanbe ku ez jî di rêya heqiqetê de tevlî kerwanên ne mir bûme. 

Belê rêheval Tahîr di gerîlatiya xwe de di hemû hêlan de xwe pêşdixe û erka fermandariyê hildide ser milê xwe. Di hemû şert û mercên zehmet de her tim bi fedekariyek mezin pêşengtiya xwe bê dudilî bi cih tîne. Şîreta dayîka xwe jî qet ji bîr nake, di her zor û zehmetiyan de hevalê xwe diparêze.

Di dilê xwe de her tim eşqa paytexta Kurdîstanê, Amedê  jiyan dike û berê xwe dide Amedê. Dema dikeve ser rê di rê de ji hevalên xwe re dibêje; ‘rê pir talukeye ezê pêşta biçim, ger tiştek nebû hûn jî werin lê ger dengê guleyan hat hûn tedbîrên xwe bigrin. Li ser vê esasê dikeve ser rêya bê dawiyê. Di vê rêya bê dawiyê de dikeve kemînê. Li beranberî dijmin sê roj heta guleya xwe ya dawiyê şer dike û digihêje  karwanên ne mir.

Belê Piştî şahdeta wî 4 sal li ser de derbas dibe xebara şehîdbûna wî ji dayîk û malbata wî re tê gotin. 






 

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar