Ticker

10/recent/ticker-posts

Nameya Şehîd Zîlan - Serokê min!


Ez xwe ji bo çalakiya fedayî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr û hûr û bêhempa canê xwe gorî bikin jî, ew qas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derveyî can me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jiyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemû gelê Kurdistan û cîhanê ne. Jiyana we ji bo me şerefe. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şerefê dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, heta mirinê bi we ve girêdayine. Ev dilniyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewl didin ku jê manewiyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde rûmeta şehîdan dizane hûnin. Ji ber vê yekê, çavên me li pey me vekirî namînin. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re weke wezîfe dihesibînim û xwe berpirsiyar dibînim. Ez dixwazim xwedî li berxwedana hevalên wek Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û rêya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibim dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka emperyalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyan di gewdeyê xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jiyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di pêşengtiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgariya neteweyî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelên cîhanê de cihê xwe yê giranbiha bigire û bigihîje mafê xwe. Li ser vî bingehî careke din nêzîkatî û dirustbûna xwe ji Serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim. Ji bo jiyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.

Yorum Gönder

0 Yorumlar