Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Başîka ya ser bi Mûsilê gule li du malan reşandin. Li gorî agahiyan ji derveyî zirerên madî ti zirereke giyanî çênebûye.
Helîkopterên dewleta Tirk îro, li navçeya Başîka ya ser bi
parêzgeha Mûsilê êrîşê du malan kirin. Li gorî agahiyên ku ajansa me ji
çavkaniyeke ewlekariyê girtiye, herdu du helîkopterên Tirk gule li du malan
barandine.
Li ser zirer û ziyanan jî çavkanî ragihand, ji derveyî
zirerên madî ti zirerek din çênebûye û got: “Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê
lêkolîn dane destpêkirin.”
Ne hate zanîn helîkopterên Tirk çima êrîşê van herdu malan
kirine.
Hêjayî bibîrxistinêye baregeheke mezin a artêşa Tirk li
Başîkayê ye û di nava xwede li gel helîkopteran gelek wesayîtên mezin ên
leşkerî jî digire. Di van demên dawiyê de cara yekeme bi helîkopteran di nava
Mûsilê de êrîş pêktîne. Ev jî îşaret bi destpêkirineke metirsîdar dike ji bo
xelkê herêmê.
Heya niha tevî ku gelek caran Iraq daxwaz kiriye baregeh ji
herêmê bê derxistin jî artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê baregehê mezin dike û
gelek komên cûda yên çekdar jî li vir perwerde dike.
0 Yorumlar